Şeyhmus Özzengin

Şeyhmus Özzengin

Yazarın Tüm Yazıları >

“Wê dahatên neftê ji kurdan re bin!”

A+A-

Çemê Firatê; di bajarokê Cerablûs re xwe berdide nav axa Başûrê Rojavayê Kurdistan. Di ber bajarê Raqqa re berbijêr diherike û di nav bajarê Dêra Zorê re, xwe digihîne bajarokê Mayadern û di bajarokê Ebû Kemal re derbasî nav xakâ İraq dibe.

Kurdan ji xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan, beşa ku dikeve Rojavayê çemê Firatê, wek Carablûs, Efrîn, El Bab û heta Cindirêsê teslîmî tirkan û hêzên tundrev, ku bi tirkan re têkildarin. Tirkan ev herêm hemû hilweşand û bi demografîya herêmê lîst. Ji tirkîyê 350 hezar ereb anîn û li ser mal û milkê kurdan, li ser xaka Kurdistan bicîn kirin.

 

1-030.jpg

 

Ev tê çi wateyê?

Tê wateya ku kurdan, di vê dema şerê heqanîyeta axê de beşek ji axa xwe wenda kir. Niha jî, ji Kobanê bigire heta Qamîşlo li ser kuraya 30 km. ji Tirkîye û Rûsîya re dimîne. Lê aqûbeta van deverên ku ji dirêjaya 400 km û kuraya 30 km. de wê ev xaka Kurdan, beşa Kurdistan çawanî be, ne dîyare. Ji ber ku pîlan û projeyên navnetewî di vî warî de hîn ne zelalin.

Lê tiştek din heye a balkêş, Kurd raserî êrîşan dibin û ji axa xwe dûr dikevin, ber bi jêrde, li derdorê Hesekê û Dêra Zorê dicivin.

Pirs ewe; gelo xaka niştecîhî a Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan têt guhertin û wê Kurd li van deverên jêr, herêmên neftê, ku di destê Emerîka û HSD de ne bicîh bibin.?

Divê di vî warî de em hinek li ser mijarê rawestin:

Senatorê Emerîkî Lindsey Graham, di gotarek xwe de daxwaz kir û got; „herêmên ku kurdan ji DAÎŞ rizgarkirine, divê didestê kurdan de bimîne“!

Li ser eynî mijarê Wezîrê Parastina Emerîka Mark Esper jî eşkere kir ku“Zevîyên petrolê yên Sûrîyê dibe ku bibe çavkanîyeke girîng a dahata YPGê.” Ji bona parastina van zevîyên neftê pîlanek Emerîka jî heye û eşkerekir ku; „Artêşa Amerîka bersiva her gefekê li ser zevîyên petrolê wê bidin û bîrên petrolê dikare bibin çavkanîya dahata Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Di warê parastina herêmên ku zevîyên neftê lê hene de jî, Emerîka dest bi amadekarîyan kir. Biryar dan ku hêzek zirhpoş a emerîka ku ji 30 tanqên Abrams pêk tê li van herêmên zevîyên neftê bicîh bikin.

Di vê derbarê de Senatorê Emerîkî Lindsey Graham, di daxûyanîyek xwe de eşkere kir ku; „Wê Kurd û hêzên Emerîkî ji bona modernîzekirina zevîyên neftê bihev re karbikin û dahatên neftê jî wê ji kurdan re bin.“

Di daxûyanîyek din de li ser sîyaseta Serokê Emerîka D.Trump de jî nirxên xwe tîne ziman û dibêje; „Trump di warê çareserkirina pirsgirêkan de çareserîyên ne dirêzê de dimeşîne“(!)

Ev çareserîyên Serokê Emerîka D. Trump çi ne?

Gelo di nexşa Sûrîyek nû de çi guhertin di serê rayedarên Emerîkî de hene û Emerîka û Rusîya li ser çi rengê Sûrîye lihev kirine?

Çima Kurd ji xaka xwe tên dûrxistin û pîlanek ku Kurdan berbi Jêra Sûrîye de bibin û ji bona ku Kurd bibin xwedî bingehên aborîyê „dahatên zevîyên nefta Sûrîyê teslîmî kurdan“(!) dikin?

Di îhtîmala avakirina Sûrîyek Federal de ev tên çi wateyê?

Bi raya min Emerîka û Rûsîya li ser nexşa Sûrîyek çawayî lihev kirine. Di vê nexşê de wê Sûrîyek federal ji sê herêmên federalî pêkwerin. Kurd û pêkhateyên ku bi kurdan re birêkûpêk bûne, di federasyonekê de bi hev re wê bijîn. Li gor daxwazên tirkan jî, wê Kurd li ser kuraya 30-35 km. ji hudûdê Tirkîye dûrbixin. Ev jî tê wateya ku wê Kurd, ji xaka bavûkalan ya Başûrê Rojavayê Kurdistan, beşek mezin wenda bikin. Li cîhê wê axa ku wenda dikin, wê kurdan li Rojhilatê Firat (ku çemê Firatê wek sînor tesbît bikin) Derdorê Dêra Zorê heta Ebû Kemal bicîh bikin. Ev jî guhertinekê bixwe re tîne ku ji kurdan re baş, an jî xerab e!

Kurdan bi Emerîka re li henber DAÎŞ di van herêman de pir qurbanî dan û ev herêm ji destê DAÎŞ rizgar kirin. Gelo di vî şerê bidestxistina axê de wê ev herêmên ku kurdan rizgar kirne wê ji kurdan re bimînin?

Dema ku em li hewlên nû yên li ser axa Sûrîye mêze dikin û daxûyanîyên aktorên sîyaseta Emerîka yên nû didin ber çavan, ev mijar derdikevin ber me. Gelo wê Kurd bi vê pîlanê razî bibin?

29.10.2019

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.