Ji YEyê ji bo Bernameya Penaberan tevkarîyeke din

Ji YEyê ji bo Bernameya Penaberan tevkarîyeke din

Yekîtîya Ewropayê (YE) eşkere kirîye ku 600 milyon Euroyên din jî li ser pereyên ji bo alîkarîya penaberan dide Tirkîyê zêde kirîye.

A+A-

Gernas Nenasî*

Komîsyona Yekîtîya Ewropayê (YE) derbarê bernameya alîkarîya aborîyê ya ji bo penaberên li Tirkîyê daxuyanî daye.

Di daxuyanîyê de, hatîye eşkere kirin li ser Kizilaykarta ku di çarçoveya Alîkarîya Hevahengîya Civakî (SUY) ya ji alîyê Heyva Sor a Tirkî Bernameya Xwarinê ya Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî ve tê birêvebirên 600 milyon Euroyên din jî hatîye zêdekirin.

Zêdehîyek ji bo perwerde û tenduristîyê

Her wiha hatîye daxuyandin ku 63 milyon Euro jî ji bo perwerde û tenduristîyê hatîye şandin û ev jî dibe 663 milyon Euro ku me ji bo penaberên Surîyî yên li Tirkîyê şandîye.

4,2 milyon euro

Hatîye daxuyandin ku ji fona Yekîtîya Ewropayê ya 6 miyar euroyî ji bo pişrtgirîya penaberên li Tirkîyê ji sala 2016ê ve 5,8 milyar euro hatîye şandin, di çarçoveya fonê de peyman li ser 4,2 milyar eoruyî hatîye danîn û het îro 2,6 milyar euro hatîye dayîn.

Bi saya SUYê ji bo kesên li Tirkîyê ku di bin parêzvanîya navneteweyî an jî parêzvanîya demkî de ne, ên li kampan najîn ji bo hewcedarîyên xwe çareser bikin alîkarî tên kirin.

Kesên hewce ne, bi saya Kizilaykartê serê kesê 120 lîra pere distînin Tê gotin alîkarîya pereyî didin penaberên xwedî kert in.

Pêvajoya fona penaberan

Yekîtîya Ewropayê, piştî Hevdîtina Tirkîye-YE ya 29ê mijdara 2015ê soza fona 3 milyar euroyî kiribû. Piştî hevdîtina 18ê adarê jî eşkere kiribûn ku dê YE milyar euroyên din jî bide.

Biryar hatibû dayîn ku divê ev fon ji bo tenduristî, perwerde, xwarin û tiştên din ên hewcedarî yên Sûrîyên li Tirkîyê were bikaranîn.

Tirkîye dibêje ku alîkarîya aborî ya YE ji bo Sûrîyên li Tirkîyê dide hindik e û fonên ku hatine eşkerekirin dereng tên şandin. (PT/GN/FD)

* Bianet

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.