Trump plana parastina hemû kêlgehên petrolê li rojhılatê Sûrîyê pesend kir

Trump plana parastina hemû kêlgehên petrolê li rojhılatê Sûrîyê pesend kir

Berpirsên Amerîka ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump razmendî li ser belavbûna serbazên Amerîka qebûl kir bo parastina hemû kêlgehên petrolê li rojhelatê Sûrîyê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gorî pilana nû ya rêveberîya Amerîka, hêzên Amerîkî rûberekî fereh ji axa Rojhelatê Sûrîyê diparêzin, bi taybet li wan navçeyên bi jêr destê şervanên HSDê û rêveberîya xweser de ne û ji navbera parêzgha Hesekê ta parêzgeha Dêra Zorê dirêj dibe.

Medyaya Amerîka ragihand ku belavbûna hêzên serbazî li wan navçeyan, Amerîka neçar dike hêzên xwe bi sedan li Sûrîyê bihêle, tevî ku berîya niha Donald Trump biryara vekişandina piranîya serbazan dabû.

Li gor medyaya amerîkî berpirsên wî welatî ragihandin ku serokê Amerîkayê Donald Trump razmendî li ser belavbûna serbazên Amerîka qebûl kir bo parastina hemû kêlgehên petrolê li rojhilatê Feratê.

Piştî ku hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê kirin, Tirkîyê di jêr navê operasyona Kanîya Aştîyê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir.

Lê belê di wan rojên dawî de, Amerîkayê careke din biryar da ku beşek ji hêzên xwe vegerîne Rojavayê Kurdistanê. Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandîye, ji bo parastina bîrên petrolê yên li Sûrîyê, ew dê 200 leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêlin.

Berîya ku Trump biryara vekişîna hêzên xwe bide, nêzîkî 1000 serbazên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê hebûn û 26 binkeyên mezin û biçûk ên artêşa wî welatî li herêmên di bin kontrola HSDê de hebûn.

Piştî vekişîna Amerîka ji navçeyê, hêzên Artêşa Sûrîyê û hêzên Rûsyayê derbasî hin navçe û deverên Rojavayê Kurdistanê bûn û hêzên Sûrîyê li hin cihên sînorî bicih bûn.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.