Nazirî ji bo Rojava konserên xwe yên li Swêdê hilweşandin

Nazirî ji bo Rojava konserên xwe yên li Swêdê hilweşandin

Hunermendê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê Şehram Nazirî ji bo rêzgirtina qurbanîyên Rojavayê Kurdistanê konsera xwe ya li Swêdê betal kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hunermendê navdar ê Kurd Şehram Nazirî ragihand ku biryarbû piştî 26 salan bi hewla Encûmena Şanoya Niştîmanî ya Swêdê li herdu bajarên wî welatî Malmo û Stockholmê du konseran saz bike.

Şehram Nazirî dibêje ji ber êrişa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û rêzgirtina qurbanîyên şer wî herdu konserên xwe betal kirine.

Nazirî ji rojnameyeke îranî got: “Ji ber şerê li Rojavayê Kurdistanê, piraniya Kurdan niha xemgîn in. Li Rojava Kurd mirovên xwe û ew kesên herî hez dikin ji dest didin. Min jî weke rezgirtin bo qurbanîyên şer herdu konserên xwe yên li bajarên Stockhol û Malmoyê hilweşandin.”

Pêştir hunermendê Kurd, Keyhan Kelhor bi heman mebestê konsera xwe ya li Stenbolê betal kiribû.

Şehram Nazirî ku xwedîyê zêdeyî 40 albûman e di sala 1949an de li parêzgeha Kirmanşanê hatîye dinê. Hostayê setarê ye lê tembûrê jî lêdixe. Ji bilî lêxistina muzîka klasîk a fars û kurdî Şehram mesnewîya mewlanayî zehf baş dizane.

Di 25'ê sibata 2006an de li bajarê San Diegoyê (DYA) wekî Majorê San Diegoyê tê pejirandin. Ew roj Roja Şehram Nazirî tê dîyarkirin.

Wezareta Çandê ya Fransayê xelata fransî ya herî mezin Legion d’Honneur ya şovalyetîyê dan wî. Ew xelat ji bo berhemên wî di warê muzîkê de ye.

Yekîtîya Asya û Neteweyên Yekbûyî wî wekî "gencîneya çanda jinde" qebûl dikin.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.