Îranê kapasîteya meyandina uranîyomê zêde kir

Îranê kapasîteya meyandina uranîyomê zêde kir

Di salroja dagîrkirina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Terhanê de, Îranê damezrandina 30 santrîfîyojên pêşkevtî di navenda etomî ya Netenzê de ragihand.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Saziya Enerjîya Etomî ya Îranê, Elî Ekber Salihî ragihand, li wê navenda etomî niha rojane 5 kg uranyuma meyandî tê berhemanîn, ku berê bi sedema rêkevtina etomî, tenê 450 gram uranyuma meydanî berhem dihat.

Elî Ekber Salihî dîyar kir, berê di heyama 2 mehan de, 15 santrîfîyojên pêşkevtî ji alîyê şarezayên Îranî ve hatine damezrandin. Bi vê yekê jî, hejmara santrîfîyojên pêşkevtî li Îranê gihîşte 60 santiyofîyojan.

Zêdekirina wan santrîfîyojan di demekê de ye, ku roja Çarşemê dema dîyarkirî yê Îranê ji bo zêdekirina çalakîyên etomî bidawî tê.

Îranê ragihandîye, ku heya wê demê eger Ewropa sozên xwe cîbicî neke û ziyanên Îranê qerebû neke, ew dê pêngava çarem a kêmkirina pêbendiya xwe bi rêkeftina etomî rabigehîne.

Berdevka Ofîsa Sîyasetên Derve ya Yekîtîya Ewropayê ragihandîye, divê Îran pêbendî rêkevtina etomî be, û tu pêngavekê neavêje ku bibe sedema jinavbirirna vê rêkevtinê

Berdevkî Komîsyona Ewropayê jî dibêje, pêbendîya wan bi rêkevtina etomî, girêdayî pêbendîya Îranê bi wê rêkkeftinê ye.

Hevdem Wezîrê Derve yê Almanyayê, Heiko Mass ragighandîye, Îranê santrîfîyojên gelek pêşkevtî damezrandine ku berovajî rêkeftina etomî ye. Mass dibêje jî, ev pêngava Îranê nayê qebûlkirin û bi temamî rêkeftina etomî dixe metirsîyê de.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.