315 pezan ji kendal xwe avêtin mirar bûn

315 pezan ji kendal xwe avêtin mirar bûn

Li bajarê Bedlîs ê Bakurê Kurdistanê 315 mihan xwe ji kendalê avêtin û mirar bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Bi hatina sermayê koçeran dest bi dagêrê kirin, 315 mihên koçeran li tanga Kevirê Qul xwe ji kedêl avêtin.

Di bûyera li tanga zinaran qewimî de mih mirar bûn.

Xwedîyên pêz gelekî li ber xwe ketin û haya ekîbên Rêveberîya Çandinî û Daristanan pê xistin, ekîb çûn li herêmê dest bi lêkolînê kirin.

Mixtarê gundê Yalnizçamlarê Mehmet Salih Çevîk  ragihand ku ji ber pezê xwe ji kendêla avêtin mirar bûn xwedîyên pez gelekî li ber xwe ketin û mexdûr bûn.

Çevîk dîyar kir ku pezê 3 malan mirar bûn û wiha pê de çû: "Kêmzêde 30 kesî ji van mihan debara xwe dikir. Her sal dema hewa sar dibe xwedîyê ajelan pezê xwe dibin Sêrtê. Qasî 6 mehan li wê derê dimînin û paşê dîsa tên derdikevin zozana vê derê. Ji ber ku pezê wan mirar bû mexdûr bûn. Em ji rayedaran alîkarîyê dixwazin."

Abdulhalik Tarhan ê ji xwedîyên pez diyar kir ku biharê pezê xwe derdixin zozanan û got: "Pezê min ji zinaran de ketin û mirar bûn, zerara me gelek e. Me debara xwe bi wan dikir. Em ji rayedaran çareserîyekê dixwazin."

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.