Rûsya: Çekdaran êrîşî leşkerên Amerîkayê kirin

Rûsya: Çekdaran êrîşî leşkerên Amerîkayê kirin

Rûsyayê ragihand, çekdarên ser bi Tirkîyê ve li nêzîkî Til Temirê êrîşî hêzên Amerîkayê kirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gorî medyaya Rûsî, Navenda Rûsî ya Nêzîkirina Alîyên Sûrî ragihandîye, çekdarên grûpa bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûrîyê ya ser bi Tirkîyê ve, roja 3ê Mijdara 2019an li derdora bajarokê Til Temirê gulle berdane hêzên Amerîkayê.

Serokê Navenda Rûsî ya Nêzîkirina Alîyên Sûrî, General Yuriy Borenkov daye xuyakirin, ku çekdarên Artêşa Azad ku Tirkîye piştgirîya wan dike, êrîşî karwaneke hêzên Amerîkayê kirine.

Borenkov dîyar kirîye, karwana hêzên Amerîkayê ku ber bi sînorê Iraqê ve birêketibû û li ser rêya navdewletîya M4 di rê de bû, li 6 kîlometrîya rojavayê  Til Temirê, li cihê ku di bin kontrola çekdarên girêdayî Tirkîyê de ye, rastî êrîşê hatîye.

Wî generalê Rûs destnîşan kirîye, di êrîşê de ti kuştî û birîndar nebûne.

Herwiha Hêzên Sûrîyeya Demorkatîk (HSD) jî ku li hember êrîşên Tirkîyê û çekdarên ser bi wî welatî ve berevanîyê li herêmê dike, ti zanyarîyek li ser êrîşeke bi vî awayî belav nekirîye.

Ew pêşhat di demekê de ye, ku êrîşên Tirkîyê û çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve bo ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.