PSK: Rewşa Xirap Bi Tifaqa Netewî Ve Baş Dibe

PSK: Rewşa Xirap Bi Tifaqa Netewî Ve Baş Dibe

Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK): Piştgiriya xurt a navnetewî li gelê Kurd, bona bi hêztirbûna rola Kurd di proseya amade kirina Destur bona Suriyê da, rewşeka baştir pêkaniye

A+A-

Navenda Nûçeyan- Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), di 01-03 Mijdarê sala 2019an da, li Amadê bi beşdarîya nunerên rêxistinên Ewropa, Tirkîyê û Kurdistanê konferansa xwe ya yekan çêkir. Di vê Konferansa serkeftî de li ser bûyer û pêşhatîyên sîyasî yên welat û navçe, xalên rojeva xebata partîyê gengeşîyekê bi nirx û berhemdar hate kirin. Konferans biryar daye, ku ragihandina jêrî pêşkeşê bîrûrayê giştî bike.

“Rojhilata Navîn bûye gogekê agir û bûye meydana şerê navnetewî, ku hemu dinya têda teref in. Şerê hanê a kavilker jî li Kurdistanê rûdide. Ji ber ku kirasê, ku dewleten serketiyên Şerê Cîhanê a Yêkan ji bona Kurdistan û gelê Kurd dirutine, êdî kevn bûyê û tê çirandinê. Di bingeha şer û pêvçûn û qeyrana siyasî ya navnetewî da, neheqiyê dîrokî, ku li gelê Kurd hatiye kirin, heye. Di çaryêka a sedsala 20’an da, gava Kurdistan hat perçe kirin û mafên netewî û mirovî yên gelê Kurd ne hatine nasin, ji hingê va li navçeyê da pêvajoya şer, bê istiqrarî û binbesta siyasî destpêkir.

Îro qeyrana siyasî, ku bûye sedema şerê xwînavî, ji vê ne heqiyê, ku li gelê Kurd hatiye kirin nayê cuda kirinê.

Demekê dirêj e, ku li Tirkiyê dijminahî li gelê Kurd bûye navenda siyaseta navxweyî û derweyî ya dewletê.

Ji sala 2015ê vir da, li Tirkiyê, alîkî ve derheqa pirsa Kurd siyaseta tundutijiyê tê bi rêva birin, ji alîkî dinê va roj bi roz operasyonên leşkerî li Kurdistana Başur û Rojava pirtir dibin. Bona vê armancê, dewleta Tirk, operasyoneka leşkerî bi navê “mertala Firatê” encam da û Efrînê dagîr kir, êrîş kire li ser deskevtên gelê Kurd. Dewleta Tirk di van demên dawiyê jî, li Kurdistana Rojava, navçeyê di navbeyna Serêkanî, Resuleyn, Girêsipî û Tel Abyadê dagîr kir û bi vî awayî derbeyekê giran li deskevtên Kurdan xist. Dewleta Tirk “xeterê PKK-YPG” wekî hencet ji bona operasyonên hanê nişan dide. Lê belê armanca rasteqîn a Tirkiyê, peşi lê girtina ava kirina keyanêkê Kurdî ye. Tirkiyê Kurdan bi noker bûna Amerîka û hêzên dinê tawabar dike, lê ew bi xwe operasyonên leşkerî, ku li Suriyê çêdike, bi alikarî û destur dayina Rusya û Amerîka encam dide!

Îro derbeyeke giran li deskevtên Kurdên Rojava ketiye. Lê belê li gel vê yêkê pirsa Kurd îro ji her demê pirtir di qada navnetewî de deng vedaye. Ev yêka hanê derfeteka mezin e bona çareser kirina pirsa Kurd bi şiveyê siyasî û li ser bingeha wekheviyê. Piştgiriya xurt a navnetewî li gelê Kurd, bona bi hêztir bûna rola Kurd di proseya amade kirina Destur bona Suriyê da, rewşeka baştir pêkaniye.

Herweha serketina Kurdan li Suriyê, girêdayiya pêkanîna yêkîtiya netewî ye. Di vê warê da mesuliyetê xeta PYD pirtir e. Pêkanîna yekitiyekê berfireh ji aliyê TEVDEM, ENKS û hêzên dinê ve, kilîta serketina gelê Kurd e, li Kurdistana Rojavayê.

Tirkiyê siyaseta dij-Kurd li Kurdistana Başurê jî bi reva dibe. Operasyonên leşkerî ya dewleta Tirk, ku bi henceta PKK li Kurdistana Başur tenê encam dan, hêdî hêdî dibe dagîrkirina Kurdistana Başurê û dibe xeterek li ser deskevtên netewî.

Konferansê me daxwaz dike, ku bona nirxandina rewşa nu, ku berhema pêşhatiyên siyasî yên Suriyê û bi navnetewî bûna pirsa Kurd e û destnişan kirina stratejiya Kurdistanî, konferansê Partiyên Kurdistanê were amade kirinê. Konferansê me banga hêja Mesud Barzanî dike, ku di vê warê da destpêşxeriyê bike.

Konferansê ma dilxweş e, ku li Kurdistana Başurê di van demên dawiyê da partiyên Kurdistanê li hev nêzik bûne û bi hevra beşdarê hilbijartina parêzgehan dibin.

Konferansê me daxwaz ji hikumeta Herêma Kurdistane dike, ku bona ku li Iraqê serhildana gel û qeyrana siyasî nebe xeterek li ser deskevten netewî, rê û olaxên quncav bigre ber xwe.

Konferansê me, bi hemu hêz û îmkanatê xwe piştgiriya Rasanê, xebata gelê Kurdistana Rojhilatê bona azadiyê dike.

 * *

Li Tirkiyê piştî hilbijartina 31ê Adarê dihate çaverê kirinê, ku rewşa siyasî bibe asayî. Lê belê destilata şoven, ku li ser îttifaka AKP-MHP pêkhatiye, siyaseta tundûtijiyê kurtir û girantir kir. Hêşta gelek wext li ser hilbijartina 31ê Adarê derbas nebibû, bona şaredariyên HDP li Amed, Wan û Mêrdinê kayyum hatin destnişan kirinê. Hêjmara kayyuman jî roj bi roj zede dibe, şaredariyên, ku hatine hilbijartinê tenê girtin û zindanî kirinê. Destnişan kirina kayyuman ne tenê dijî huquqî ye, her usa binpê kirina vîna gel e, ku bi şiklê demokratîk pêkhatiye. Siyaseta destnişan kirina kayyuman berdewamiya zihniyeta dij-Kurd e.

Deshilata şoven alîkî va bi siyaseta êrîşkerî ve dixwaze pêşiya daxwaza azadiya gelê Kurd bigre, alîkî va jî bi geş kirina hestên şoven ve dixwaze êmrê xwe dirêj bike. Lê belê siyasta hanê dibe sedema vê yêkê, ku Tirkiyê di qada navretewî da bi tenê bimine. Baça qeyrana siyasî û aboriyê jî zahmetkêş û hêjaran didin.

Konferansê me carekî dinê cext li ser vê yêkê kiriye, ku azadiya gelê me giredayiya bi ava kirina yêkîtiyekê ber fireh e, ku li ser stratejiya netewî hatiye ava kirinê. Bi gor bir û baweriya me yêkîtiya netewî a Kurd, stuneka hebunê me ye û armanceka stratejîkê me ye. Gelê me tenê bi yêkîtiya netewî ve dikare ji vê rewşa dijwar, ku têda ye, derkeve.

Bi baweriya Konferansê me, doza daxistina partiyên Kurdistanê, ku partiyê me jî yek ji wan e, nişana siyaseta dij-Kurd e. Partiya me cext li ser vê yêkê kir, ku divê doza hanê bibe hencetek bona eşkere kirina siyaseta dewletê a dij-Kurd û bona vê armancê divê kar û xebatê, ku li hember doza hanê li navxwe û derweyê welat têne kirine, berdewam û pirtir be.

* *

PSK di konferansê xwe a yêkan da, her usa li ser erkên xwe û li ser gavên, ku bona pêşve birina xebata xwe ya 45 salî jî gengeşî kir û biryar da, bona ku:

Rêxstinên partiyên me pirtir û çalaktir bin;

Partiya me ciyê xwe di nava gel, bi taybetî di nava xort u jinan da berfirehtir bike;

Hêz û dinamizma xortan pirtir bikeve xizmeta tevgera azadiyê;

Çalaktir kirina rêxistinên me yên çandî û damezrandina rêxistinên nu;

Berhemdar kirina xebata me a weşan û tora civakî;

Çareser kirina diyardeya tembelî û bê organizeyê, ku di refên partiyê da hene;

Xurttir kirina dîsîplîn û çavderiyê di rêfên partiyê da;

 Xurttir kirina şiveyê xebat a dinamîk û xulqener;

Organîze û berhemdar kirina tora rêxistinê me li Kurdistan û Ewropa;

Bona perwerde kirina kadrên partiyê, amade kirina projeyan li ber ronahiya nirxên serdem û bi gor daxwazên gel, organên partiyê erkdar kiriye.

Konferansê me nişan daye, Partiya me erkên xwe yên dîrokî wê ci be ci bîke û di vî warê da baweriya me xurttir bûye.

05. 11. 2019

Konferansa Yekan a Partiya Sosyalîst a Kurdistan”

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.