Nêçîrvan Barzanî: Armanca me ye ku Kurdistanî wek layîqin jîyan bikin.’’

Nêçîrvan Barzanî: Armanca me ye ku Kurdistanî wek layîqin jîyan bikin.’’

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand û aşkera kir, eger sererast kirina destûrê zîyanê bigehîne sîstema federal a Iraqê, herêma Kurdistanê li gel wê sererast kirinê de nîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma 6.mîn kongreya parêzerên Kurdistanê bû û piştî ragehandina keyfxweşîya xwe bi beşdarbûnê û pîrozbahî li endamên kongrê kir û behsa rola sendîkaya parêzeran a di gelek waran de anî ziman.

Herwiha Barzanî behsa wan yasayan kir ku li herêma Kurdistanê hatine derxistin û maf û azadîyên giştî û mafên jinan, zarokan û hemû endamên civakê jî garantî dikin û got: ‘’Em dixwazin û armanca me ye civaka Kurdistanê bi awayê herî dirust bê rêxistin kirin, ku Kurdistanî wek layîqin jîyan bikin.’’

Piştevanîya serokatîya herêma Kurdistanê bo serxwebûna yasa û desthilata dadwerî teqez kir û dîyar kir serwerîya yasa, her takekesekî de piştrastî ava dike ku jîyan û mafên wî parastî bin.

Herwiha Barzanî daxwaz ji endamên sendîkaya parêzerên Kurdistanê kir, role xwe di hişyarî kirina civakê bi yasayên hemdemî ve bilîzin.

Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Pêwîstîya Kurdistanê bi dariştina destûrê heye, ev yek ji erkên niştimanî ye. destûrekî bihêz bo herêma Kurdistanê, wek dayîka yasayan pêwîste. Destûr pêwîste wek daxwazeke hemdemî ya civakî be, bo pêşketin û vebûna zêdetir. Destûrek be ku nirxên mirovahîyê bike armanca gel.’’

Nêçîrvan Barzanî got, ew destûra bo Iraqê hatîye danîn, dema li gel welatên din bê mûqayese kirin, destûreke pêşketiye. Lê ji ber bendên wê bicîh nehatine, naha behsa sererast kirin û nûjen kirinê tê kirin.

Barzanî got: ‘’Pirsgirêka serekî li Iraqê ne destûr e, bicîh neanîna destûrê ye. ji ber her sererast kirin bê kirin, divê mafê rewa yê hemû pêkhateyên Iraqê di destûrê de bê misoger kirin. Rêgirî li ti sererast kirinekî em nakin ku ji bo başkirina rewşê be. Lê her sererast kirinekî zîyanê bi federalî û mafê herêman bigehîne û di berjewendîya xelkê herêma Kurdistanê de nebe, em li gel nînin û ev li dijî daxwazên xwepêşanderane jî.’’

Çavkanî: Basnews

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.