
Nameya hişyariyê û banga aştiyê ya Barzanî ji bo Johnson û serokên cîhanê: Iraq ji bo bikaranîna gaza jehrî li dijî Kurdan amadekariyê dike! (1965)
.
Amadekar: Mihemedsalih Qadirî
Telegrama ku gihîştiye
Wezareta Derve
Veşartî
Hejmar: 44
Mijar: Agahdarî
Dîrok:18ê Tebaxê
Îsmet Şerîf Wanlî, nûnerê derve yê «Encûmena Fermandariya Şoreşa Kurdistanî ya Iraqê», îro nameyeke bêîmze ya Mistefa Barzanî arasteyî Serok Johnson kir û radestî berpirsekî balyozxaneya me kir. Kurteya nameyê bi vî awayî ye:
1. Ew telegramên serbazî yên Iraqê ku ji aliyê Kurdan ve hatine şîrovekirin, nîşan didin ku Fîrqeya Yekê ya artêşa Iraqê, li navçeya Rewandizê di dorpêç û tengaviyeke dijwar de ye û mijûlî amadekarîkirinê ye ji bo bikaranîna gaza jehrî li dijî Kurdan.
2. Ji Serok tê xwestin ku navbeynkariyê di navbera hikûmeta Iraqê û Kurdan de bike, heta ku rê li ber bikaranîna gaza jehrî bê girtin û rêkarên pêwîst ji bo parastina Kurdan ji qirkirinê û dawîanîna bi şer bên girtin.
3. Ji Serok tê xwestin ku pirsgirêk û doza neteweyî ya Kurd bixe ber çavên Neteweyên Yekbûyî, ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane li ser bingeha peymannameya Neteweyên Yekbûyî.
Nameyên hevwate arasteyî: Kosygin, Wilson, De Gaulle, U Thant, Quaison-Sackey, Nkrumah û Tito hatine kirin. Nasir jî di demên dawî de bo lîsteyê hatiye zêdekirin. Wanlî, ku biryar e roja 19ê Tebaxê demjimêr 5ê êvarê di konfêranseke rojnamevanî de li Beyrûtê nameyan [bo raya giştî] eşkere bike, ji berpirsê balyozxaneyê re ragihandiye: «Ew gefa bikaranîna gaza jehrî ji aliyê Iraqê ve, encama serkeftina êrîşa berevajî ya Kurdan e li navçeya Hewlêr-Rewandizê, ku tê de fîrqeyeke artêşa Iraqê hatiye dorpêçkirin.»
Têbîniyên civînê, nameya Barzanî û nameya pêvekirî ya Wanlî ji bo balyoz, bi rêya dîplomatîk bo Washingtonê tê şandin.
GP-3. Porter
Li gorî naveroka gihîştiye


HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.