Medyaya Rûsî: Tirkîyê 11 gundên Rojava teslîmî hêzên Rûsî kir

Medyaya Rûsî: Tirkîyê 11 gundên Rojava teslîmî hêzên Rûsî kir

Tê gotin ku Tirkîyê 11 gundên devera Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê teslîmî hêzên Rûsyayê kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan-  Tê gotin ku Tirkîyê 11 gundên devera Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê teslîmî hêzên Rûsyayê kirîye.

Medyaya Rûsî belav kirîye, li ser daxwaza Tirkîyê komên çekdar yên girêdayî Tirkîyê, ji 11 gundên bajarê Eyîn Îsa vekişîyan û ew gund radestî hêzên Rûsî kirine.

Li gorî ku hatîye gotin, ew gund dikevin ser rêya navdewletîya M4 û niha di destê hêzên Rûsî de ne.

Li gorî agahîyan, artêşa Trikîyê ji çekdaran re gotîye, ew gund ne di çarçoveya rêkevtina devera aram de ne ku di navbera Pûtîn û Erdogan de hatibû îmzekirin, ji ber wê jî divê radestî Rûsya bihên kirin.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.