Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li Efrînê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû û li gor zanyarîyên destpêkê, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li nav bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînek çê bû û li gor zanyarîyên destpêkê, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Çavkanîyekî taybet ji nav Efrînê ji Rûdawê re ragihand, ku teqîn îro sere sibê bi rêya otomobîleke bombekirî û li Qada Kawayê Hesinkar a bajarê Efrînê çê bûye.

Bi gotina heman çavkanîyê ku ji ber sedemên ewlehîyê û parastina canê wî, Rûdaw navê wî aşkere nake, teqînê baregeheke emnî ya Cebheya el Şamî ku grûpeke çekdar a opozisyona Sûrîyê û ser bi Tirkîyê ve ye, kirîye armanc.

Li gor zanyarîyên destpêkê, di encama teqînê de 7 çekdarên wê koma çekdar hatine kuştin û 5 çekdar û sivîlek jî birîndar bûne.

Ji ber teqînê zirareke mezin gihîştîye cihên derdorê û agireke mezin li cihê teqînê çê bûye.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.