HSD: Pêwîst bû hikûmet bang li Fermandarîya Giştî kiriba ne li şervanan

HSD: Pêwîst bû hikûmet bang li Fermandarîya Giştî kiriba ne li şervanan

Fermandehîya Giştî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di daxuyanîyekê de, bersiva bang û daxwazîya Wezareta Berevanîya ya Sûrîyê da, ku daxwaz ji endamên HSDê kiribû tevlî rêzên Artêşa Sûrîyê bibin ji bo rûbirûbûna êrîşên Tirkîyê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Fermandarîya Giştî ya HSDê ragihand, tevî ku ew bangewazîyên ji bo parastina Sûrîyê bilind dinirxînin lêbelê pêwîst bû hikûmetê bang li fermandarîya HSDê kiriba ne li şervanan û tekez kir ku divê rêz li wan şervanan bê girtin ku Sûrîye parastin û herwiha HSDê , “şêwaza daxwaza tevlîbûnê” jî red kir.

Fermandehîya Giştî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di daxuyanîyekê de, bersiva bang û daxwazîya Wezareta Berevanîya ya Sûrîyê da, ku daxwaz ji endamên HSDê kiribû tevlî rêzên Artêşa Sûrîyê bibin ji bo rûbirûbûna êrîşên Tirkîyê.

HSDê di daxuyanîya xwe de aşkere dike: “Em yekgirtîbûna hewlan bo parastina Sûrîyê li dijî Tirkîyê bilind dinirxînin, lê rêkxistina hêzên leşkerî divê di çarçoveya çareserîyeke giştgîr de be.”

HSDê herwiha ragihandîye ku divê rêz li wan şervanan bê girtin ku Sûrîye parastin û DAIŞ şikandin û dîyar dike, “Hêzên Sûrîya Demokratîk hêzeke leşkerî ya temam û rêkxistî û bi dîsîplîn e û li cihê Sûrîyê û hemû cîhanê li dijî DAIŞê şer kir û xilafet şikand.”

HSD rexneyên tund jî li wê banga hikûmeta Sûrîyê digire û dibêje: “Pêwîst bû hikûmet bang li Fermandarîya Giştî kiriba ne li şervanan.”

Fermandarîya HSDê dibêje: “Banga Wezareta Berevanîyê ya Sûrîyê weke vê yekê tê ku lêborîn ji bo tawanbaran û terorîstan derxistibe, lewra em vê şêwaza daxwaza tevlîbûna Artêşa Sûrîyê red dikin.”

Ev daxuyanîya HSDê piştî vê yekê tê ku wezaretên navxwe û barevanîyê yên Sûrîyê, bang li şervanên HSDê û asayîşa Rojavayê Kurdistanê kiribû ku tevlî artêşa Sûrîyê û polîsan bibin.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.