Haco: Dengê Kurd heye û daxwaza mafên xwe dike

Haco: Dengê Kurd heye û daxwaza mafên xwe dike

Îro li Cenêvê li avahîya Netewên Yekgirtî, bi serperiştîya Netewên Yekgirtî 150 endamên Komîta Destûrê ji hersê lîsteyan yekem civîna xwe girê dan.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Derbarê naverokê civîna îro, Endamê Kurd di Komîta Destûrê ya Sûrî de Kamîran Haco ji K24ê re ragihand, îro civîna destpêkê bû û tê de Şanderê Navdewletî yê Taybet bo Sûrîyê Geir Pedersen û serokê civînê Hadî El Behra ji alîyê opozîsyonê û Ehmed Kizberî ji alîyê rêjîmê ve gotar pêşkêş kirin.

Haco da zanîn jî, sibe jî civînek bi beşdarîya hemû 150 endamên komîteyê dê bê lidarxistin û beşek ji endaman dê nerînên xwe bibêjin.

Aşkere kir, tiştê îro balkêş ew bû, nûnerê rêjîma Sûrîyê di gotara xwe de dîyar kir ku, ew herdu bijardeyan qebûl dikin, yan destûra heye dê bê gengeşekirin, yan jî destûreke nû dê bê danîn, ku pêştir ev yek alîyê rêjîmê ve nedihat qebûlkirin.

Li ser bicihkirina mafên Kurdan di destûra Sûrîyê de, Haco got, hîna Komîta Destûrê dest bi karên cidî nekirîye, dema civîna Komîta Biçûk a ji 45 kesan pêk tê dest bi karê xwe bike, wê demê dê bê zanîn ka ta çi astê mafên Kurdan dê bên bicihkirin, yan dê astengî hebin.

Endamê Kurd di Komîta Destûrê de Kamîran Haco got jî: Bicihkirina hemû mafên Kurd di destûrê de ne karekî hêsan e. Di nava alîyê rêjîmê û di nava alîyê opozîsyonê de jî nerînên cuda hene, lê ya girîng ew e, dengê Kurd heye û daxwaza mafên xwe dike. Bê gûman jî emê nebin şahidê destûreke Sûrî ku mafê Kurd tê de bicih nebe.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.