Erbawî: Herêma Kurdistanê mînakeke baş û serkevtî ye

Erbawî: Herêma Kurdistanê mînakeke baş û serkevtî ye

Selah Erbawî gotîye: “Mezintirîn şaşî di nava destûrê ev e ku Herêma Kurdistanê kirîye dewlet di nava Iraqê de.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berpirsekî Bizava Hikme ya ku Emar Hekîm serokatîya wê dike, derbarê rewşa nû ya Iraqê de ragihandîye, “mezintirîn şaşîya di nava destûra Iraqê de statuya Herêma Kurdistanê ye ku Kurdistan di nava Iraqê de kirîye dewlet”, parlamenterekî heman bizavê jî dibêje, “Herêma Kurdistanê mînakeke baş û serkevtî ye li Iraqê û pêwîst e herêmên din jî bêne avakirin.”

 

Dr. Selah Erbawî ku kesayetekî nêzîkî Serokê Bizava Hikme ya Niştimanî, Emar Hekîm e, di bersiva twîtteke Seroka Fraksyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Iraqê, Dr. Vîyan Sebrî ya derbarê destkarîkirina destûrê de ragihandîye, ku hebûna statuya Herêma Kurdistanê, mezintirîn şaşiya di nava destûra Iraqê de ye.

 

Selah Erbawî gotîye: “Mezintirîn şaşî di nava destûrê ev e ku Herêma Kurdistanê kirîye dewlet di nava Iraqê de.”

 

Parlamenterê Bizava Hikme ya Niştimanî, Mehmûd Itêbî têkildarî heman mijarê ji Rûdawê re ragihand, “Herêma Kurdistanê mînakeke baş û serkevtî ye li Iraqê, ti araste û nîyetek ji bo hilweşandina vê herêmê nîne, û pêwîst e hejmara herêman li Iraqê bê zêdekirin, ne berovajî vê yekê.”

 

Derbarê gotina wî berpirsê Bizava Hime de jî ku gotîye Herêma Kurdistanê bûye dewletek di nava dewletê û ev yek şaşîyeke mezin a di nav destûrê de ye, Itêbî da xuyakirin, “bi ti awayekê Herêma Kurdistanê nebûye dewletek di nava dewletê de, (Herêma Kurdistanê) karên xwe bi başî birêve dibe tevî ku hin kêşeyên biçûk di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene, lê belê dibe ku ew jî bi gotûbêjê bêne çareserkirin.”

Itêbî herwiha destnîşan kir, li gor çarçove û mekanîzmên destûra Iraqê, ew piştgirî li avakirina herêmên din li Iraqê dikin, lê belê “pêwîst e gel biryarê li ser vê mijarê bide.”

 

Bi gotina wî rayedarê Bizava Hikme, sîstema nenavendî sîstemekî serkevtî ye, lê belê li Iraqê bi şaşî tê cîcbiîkirin.

 

Parlamenterê Bizava Himke, Elî Manih Bidêrî jî derbarê mijarê de ji Rûdawê re go, yek ji daxwazên serekî yên xwepêşanderan destkarîkirina destûra Iraqê ye, hejmarek birge û bendên vê destûrê têbînî li ser hene û pêwîst e ew bêne sererastkirin.

 

Elî Bidêrî dîyar kir, “yek ji kêşeyên Iraqê ku niha heye, ev e ku tenê herêmek heye ku ev jî Herêma Kurdistanê ye, wê yekê jî kêşe û nehevsengî çê kirîye.” Bi gotina Bidêrî, di dema nivîsandina destûrê de, cih nedane ti herêmeke din li navend û başûrê Iraqê.

 

Parlamentoya Iraqê roja Sêşemê 29ê Cotmehê bo cîbicîkirina daxwazên xwepêşanderan hin biryar pesend kirin, ku yek ji wan biryaran, pêkanîna komîteyekê ji bo destkarîkirina destûrê di heyama 4 mehan de ye.

 

Mijara destkarîkirina destûra Iraqê bi destpêşxerîya Serokomarê Iraqê, Berhem Salih, careke din tê gotûbêjkirin.

 

Li hember gotegot û hewlên ji bo guhertin û destkarîkirina destûra Iraqê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê ragihand, destûra niha ya Iraqê li gor gelek destûrên li navçeyê destûreke pêşkevtî ye, lê belê cîbicînekirina bendên wê destûrê, rewşek çê kiriye ku niha behsa destkarîkirina wê tê kirin.

 

Nêçîrvan Barzanî got, pirsgirêka sereke li Iraqê ne destûr, lê belê jibîrkirin û paşguhkirina destûrê ye.

 

Serok Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, Herêma Kurdistanê her destkarîkirineke di destûra Iraqê de ku li dijî demokrasî, federalî û berjewendiyên gelê Kurdistanê be, red dike

 

Çavkanî: Rûdaw

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.