Civîna lûtke li Hewlêrê: Kurd xwe ji her egerekê re amade dikin

Civîna lûtke li Hewlêrê: Kurd xwe ji her egerekê re amade dikin

Piştî civîna hersê serokatîyên Herêma Kurdistanê, civîna duyem a serkirdatîya sîyasî ya Herêma Kurdistanê, bi beşdarîya Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê dest pê kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî civîna hersê serokatîyên Herêma Kurdistanê, civîna duyem a serkirdatîya sîyasî ya Herêma Kurdistanê, bi beşdarîya Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê dest pê kir.

Berî destpêkirina vê civînê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Rêwas Fayeq civînek pêk anîn.

Di civînê de rewşa niha ya Iraqê û hewlên ji bo destkarîkirina destûra Iraqê û pêşhatên herî dawî li navçeyên tên gotûbêjkirin û nirxandin li ser tê kirin, herwiha alîyên beşdar di divînê de dê behsa amadekarîyên Kurd bo rûbirûbûna her egerekê bikin.

Hersê serokatîyên Kurdistanê du biryar dan

Civîna hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê ku li ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, bi dawî hat û li gor zanyarîyên Rûdawê, di civînê de du biryar hatin dayîn.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, li gor zanyarîyan di civîna hersê serokatîyên Herêma Kurdistanê du biryar hatine dayîn; ye yekem ev e ku Kurd di vê qonaxa niha de yekdeng û yekhelwêst be û bi ti awayekê veqetîn û ji hev dûrketin nayê qebûlkirin. Biryara duyem a hersê serokatîyan jî di derbarê destûra Iraqê de ye, ku Herêma Kurdistanê bi ti corekê li gel destkarîkirina destûrê nîne, lê belê eger biryara destkarîkirin û guhertina destûrê hat dayîn, merca Herêma Kurdistanê ev be, ku federalîya Herêma Kurdistanê û her herêmeke din a federal ku di pêşerojê de li Iraqê çê bibe, parastî be û ti tawîz li ser vê yekê nayê kirin.

Agahî tên nûkirin..

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.