Amerîka ji Peymana Îqlimê vekîşî

Amerîka ji Peymana Îqlimê vekîşî

Amerîka bi awayekî fermî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re ragihand ku ji Peymana Îqlimê ya Parîsê vekişîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku Washingtonê da zanîn ku wan biryara vekişînê, ku di sala 2017’an de hatibû îmza kirin, pêşkeşî NY’ê kiriye.

‘’Amerîka îro peyvajoya derketina ji Peymana Îqllimê ya Parîsê da destpê kirin. Li gor rêkeftinan, Amerîka belgeya fermî da NY’ê. Derketina ji peymanê dê salek piştî pêşkeşkirina belgeyê destpê bike’’ Pompeo got.

Wî da zanîn ku Amerîka dê bi hevalbendên xwe re têkoşîna dijî germbûna cîhanî bidomîne.

Serok Donald Trump di 1’ê Hezîranê de gotibû ku jiber ku Peymana Îqlimê ya Parîsê zararê dide Amerîka ewê ji peymanê vekişin.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.