31 partîyan nameyek ji Netewên Yekgirtî re şandin

31 partîyan nameyek ji Netewên Yekgirtî re şandin

Partîyên ku ew name amade kirine, herwiha tekez kirine, ku armanca artêşa Tirkîyê ji êrîşê ew e ku heremê dagîr bike, xelkê heremê koçber bike û demografîya heremê biguhere.

A+A-

Derbarê êrîşa Tirkîyê û grupên çekdar ên Surî yên girêdayî wê bo ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha planên wan ên guhertina demografîya heremê de, 31 partî û hêzên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûrîyê nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres re şandin û daxwaz jê kirin, piştgirîyê nedin kiryarên ku artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûrîyê ji bo guhertina demografîya herêmê pêk tînin.

Di nameya 31 partî û hêzên sîyasî de ku ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres re şandine, tê gotin; "Artêşa Tirkîyê bi êrîşa xwe ya di 9ê Cotmeha 2019an de bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûrîyê yasayên navnetewî binpê kirine û tawanên şer li dijî akincîyên heremê yên Kurd, Ereb, Suryanî,  Asûrî, Misilman, Kirîstiyan û Êzidîyan kirine."

Partîyên ku ew name amade kirine, herwiha tekez kirine, ku armanca artêşa Tirkîyê ji êrîşê ew e ku heremê dagîr bike, xelkê heremê koçber bike û demografîya heremê biguhere.

Herwiha ew partîyên sîyasî di nameya xwe de dibêjin, "armanca rasteqîn a desthilata Tirkîyê ji navçeya aram ew e, ku navçeyeke aram bo grupên çekdar ava bike ku terorê zindî dikin."

Partî û hêzên sîyasî bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres dikin ku li beramber êrîşên artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê rawestin û piştgirîyê nedin hewldanên Tirkîyê yên guhertina demografîya heremê.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.