Xelata Rahîbe Teresa dan Sazîya Êzîdîyan

Xelata Rahîbe Teresa ya Navneteweyî ku her sal tê dayîn îsal dan Ofîsa Rizgarkirina Êzîdîyan.

Navenda Nûçeyan- Merasima xelatdayînê li bajarê Mumbai ê Hindistanê li dar ket. Li ser navê ofîsê Îman Abdullah xelat girt. Abdullah di sala 2014'an de ligel malbata xwe ketibû destê çeteyên DAIŞ'ê û paşê rizgar bûbû. Abdullah di dema merasimê de wisa axivî: "Ligel malbata xw eya 8 kesî dema em ketin destê DAIŞ'ê ez 13 salî bûm. 12 mehan di destê wan de dîl mam û 3 caran wan ez firotim. Di dema dîlbûnê de ez gelek rastî zordarî hatin û gelek caran rastî tacîza cinsî hatim."

Her wiha Abdullah got ku ew ji alîyê Ofîsa Rizgarkirina Êzîdîyan ku wê demê Nêçîrvan Barzanî ew ava kiribû ve hatîye rizgarkirin.

 

Rehîbe Teresa ji bo mirovahîyê xebetîbû û ji sala 2004'an ve li ser navê wê xelatê didin sazîyên li ser aştî, edelat û wekhevîyê dixebitin. Komîsyona Kêmareyan a Weqfa Armonî ev merasim li dar xist. Wan par jî xelat dabûn êzîdîyên bi navê Leyla Tehlu û Edis Beşar ku ji destê DAIŞ'ê rizgar bûbûn.

 

Siyaset Haberleri

Washington Post analizi: İran savaşı Türkiye-İsrail rekabetini derinleştirdi
Haseke Vali Yardımcısı: 1500 aile daha Afrin’e dönüyor
KDP ve Komel görüşmesi sonrası ortak açıklama: Kürdistan Bölgesi’nin çıkarları önceliğimiz
Başkan Barzani: Peşmerge olmak en büyük onurdur
Pekin’de kritik zirve: Çin ve Rusya’dan 20 anlaşma