Tehlîye heye, lê dîsa wê serbest nebe

Vê carê jî di wê dosyayê de biryara tehlîyê ji bo Selahattîn Demîrtaşî hatîye dayîn ku ceza lê hatîye birîn. Lê ji ber ku Demîrtaş di dosyayeke din de girtî ye, wê neyê tehlîye kirin.

Navenda Nûçeyan- Biryara tehlîyê ji bo Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatîye dayîn ku di wê dosyayê de ceza xwaribû. Lê ji ber ku Demîrtaş di dosyayeke din de girtî ye wê nikaribe serbest bibe.

Piştî paketa reforma darazê, 26em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehlîyê ji bo Demîrtaşî daye ku bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kirîye” 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Dadgehê her weha dadgehkirina Demîrtaşî ya di vê dosyayê de daye sekinandin.

Demîrtaş di doza esasî ya ku dihate dadgehkirin de hatibû tehlîyekirin lê wê gavê jî ji ber ku di vê dosyayê de ceza lê hatibû birîn, serbest nemabû.

Du caran hatibû tehliyekirin lê hîna jî di girtîgehê de ye

Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) roja 18ê Îlonê, serlêdana Demîrtaşî nirxandibû lê hîna biryara xwe aşkere nekirîye.

Demîrtaş 4ê Çirîya Paşiyê ya 2016ê hatibû desteserkirin û heman rojê hatibû girtin. Ew şandibûn girtîgeha Tîpa Fyê ya Edirneyê. Hîna jî li wir girtî ye.

Çavkanî: Bianet

 

Siyaset Haberleri

Washington Post analizi: İran savaşı Türkiye-İsrail rekabetini derinleştirdi
Haseke Vali Yardımcısı: 1500 aile daha Afrin’e dönüyor
KDP ve Komel görüşmesi sonrası ortak açıklama: Kürdistan Bölgesi’nin çıkarları önceliğimiz
Başkan Barzani: Peşmerge olmak en büyük onurdur
Pekin’de kritik zirve: Çin ve Rusya’dan 20 anlaşma