Penaber û nivîskarê Kurd Bêhrûz Bûçanî piştî 6 salan azad bû

Nivîskar û Rojnamevanê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Bêhrûz Bûçanî piştî 6 salan, ji girava Manus a Papua Gîneya Nû derket û çû New Zelandê.

Navenda Nûçeyan- Hikûmeta New Zelandayê rê daye Bûçanî ku bo beşdarbûna di merasîma edebî ya taybet bi pirtûka wî de ya bi navê “Ti hevalek ji bilî çiyayan nîne”, serdana wî welatî bike.

Bêhrûz Bûçanî piştî ku gihîşt New Zelandayê ragihand, ku ew êdî venagere wê giravê û ti caran hewil nade biçe Australîyayê.

Hinek çavkanî behsa wê yekê dikin ku dê Bûçanî daxwaza mafê penaberîyê ji New Zelandayê bike.

Bûçanî li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, 6 salan berî niha tevî hejmareke penaberan hewil daye biçe Australiyayê lê ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Awustralî ve hat girtin û bo kampeke penaberên neyasayî li girava Manusê ku beşek ji axa welatê Papoua Gîneya Nû ye lê ji alîyê Australiyayê ve tê îdarekirin, hat şandin.

 

Siyaset Haberleri

Trump’ın İran’daki Kürt stratejisine Türkiye engeli mi?
Rojhılat’ta 5 Kürt 'Starlink kullanımı' suçlamasıyla gözaltına alındı
ABD mühimmat stoklarını tazelemek için düğmeye bastı: İki dev şirketle yeni imza
Sahadaki potansiyel ortaklar: Rojhılatlı Kürtlerle iş birliğinin fırsatları ve riskleri
Irak’ta İran’ın vekil milisleri ABD ve İsrail’e karşı savaşta üçüncü cephe açıyor