Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bersiva pirsên Rûdawê da.
Rubio diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber dîmenên çewisandina gelê Îranê "dilgiran e."
Rubio her wiha anî zimên ku Trump dixwaze welatiyên wî welatî karibin "li hemberî tiştên ku tên serê wan şer bikin."
Zanyariyên li ser daxuyaniyên çekan
Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde li ser daxuyaniyên Trump ên "dayîna çekan ji bo komên Kurd da ku bigihînin destê xelkê Îranê" ji Rubio pirsî.
Ev di demekê de ye ku aliyên Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyandibû ku ti çek negihîştine destê wan.
Her wiha behsa wê yekê tê kirin ku ew çek li baregehên leşkerî yên Amerîkayê ne.
Marco Rubio li ser vê mijarê daxuyaniyên Serok Trump zelal kir.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê got:
"Tiştê ku Serok eşkere dike û ducare kiriye ev e; Serok bi van dîmenan dilgiran dibe.
Bifikirin ku hûn Îranî ne. Hûn ne kêfxweş in ji ber ku aboriya we di xizmeta we de nîne.
Azadiya we nîne. Derfeta we nîne ku hûn ramanên xwe eşkere bikin.
Hevalên we hene ku ji ber ku xwenîşandan kirine, fîşek li serê wan ketine."
“Îran rejîmeke hov e”
Rubio amaje pê kir ku ev yek ji bo Trump "cihê xemê ye" ku dibîne ew xelk tên çewisandin û nikarin li hemberî hikûmetê ti rêkaran bigirin ber xwe.
Rubio behsa desthilata Tehranê kir û wiha pê de çû:
"Eger li bîra we be, di xwenîşandanên sala 2009an de, (hikûmeta Îranê) xelk li ser kolanan dikuşt. Ev rejîmeke hov e.
Ew xelk bi vîncên li navenda bajêr dikujin da ku xelk wan bibîne.
Ew desthilat kuştina xelkê didomîne. Di maweyê 15 salên borî de jî her berdewam bûn."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê tekez kir, armanca Serok Trump ew e ku divê gelê Îranê karibe li hemberî vê rewşê bisekine.
Rubio her wiha got, "Ez vê yekê wekî tiştekî cuda dibînim ji wan karên di vê operasyona taybet de dihatin kirin, berî ku bi dawî bibin. Helbet ji operasyona ku niha didome cuda ye."