Iraq: Di mehekê de 250 kes di xwepêşandanên de hatin kuştin

Li gor amareke nû ya xwepêşandanên Iraqê, di meha bûrî de 250 kes di xwepêşandanan de hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan- Komîta Mafên Mirovan di Parlemana Iraqê de aşkere kir, di xwepêşandanên meha Cotmeha bûrî de, 250 kes di xwepêşandanên Bexda û bajarên başûrê Iraqê de hatine kuştin û zêdetir ji 11 hezar kesî jî birîndar bûne.

Ji alîyê xwe ve, endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê Elî El Beyatî ragihand, ji ber xemsarîya hikûmeta Iraqê bo rawestandina karên tundûtûjîyê li dijî xwepêşanderan, hejmara qurbanîyan zêde dibe.

Ji destpêka meha Cotmeha bûrî ve, li dijî nebûna xizmetguzarîyê, nebûna derfetên kar û rûxandina Hikûmetê, li Bexda û çend bajarên din ên Iraqê xwepêşandan destpê kirine û ta niha jî berdewam in.

 

Siyaset Haberleri

ABD’den DSG’nin feshine ilişkin ilk açıklama: Abdi ve Ahmed'e kritik görev, Kürtçeye resmi tanıma
Suriye Cumhurbaşkanlığı, Mazlum Abdi-Şara görüşmesinin ayrıntılarını paylaştı
Mazlum Abdi açıkladı: DSG'nin görevi sona erdi
Ankara'dan AİHM'e sert Osman Kavala tepkisi
D.Ü. petrolde de hastanede de kapı duvar