Îranê hevkarî bi dezgeha Brîtanî ya “British Council” re qedexe kir!

Rêjîma îslamî ya Îranê hevkarî bi Encumena Kulturî ya Brîtanî (British Council) re qedexe kir û ragihand, yên ku bi wê dezgehê re kar bikin dê bên cezakirin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta îstixbarata Îranê (îttilaat) di daxuyanîyekê de ragihandîye, piştî çavdêrî û lêkolînan hatîye zanîn ku Encumena Kulturî ya Brîtanya (British Council) dixwaze di bin navê xebatên kulturî de sîxurtîyê bike, ji ber wê jî biryar hatîye dayîn hevkarî bi wê dezgehê re were qedexekirin.

Di daxuyanîya wê wezareta rêjîma îslamî ya Îranê de hatîye gotin, her kes û sazîya ku bi wê dezgeha Brîtanî re kar bike dê were cezakirin.

Li ser wê logoya British Council ya ku li ser malpera wezareta îstixbarata Îranê hatîye belavkirin, xetên sor hatine kişandin!

Heta sala 2011 jî ofîsa fermî ya British Council li Tehranê hebû lê piştî ku balyozxaneya Brîtanya li Tehranê rastî êrişa xwepêşanderan hat, ofîs hat girtin û xebatên wê jî hatin qedexekirin.

British Council sala 1934 hatiye avakirin. Navenda wê ya serekî li Londonê ye lê li gelek welatên cîhanê ofîsên wê hene. Xebatên wê dezgehê piranî di warê fêrkirina zimanê înglîzî û kulturî de ne.

Çavkanî: Basnews

 

 

Siyaset Haberleri

Kobanê Davası'nda Selahattin Demirtaş ve Figen Yüksekdağ'a hapis
Kobani davası karar duruşması başladı
TÜİK doğum oranı en yüksek ve en düşük olan illeri açıkladı
Van ve ilçelerinde yapılan ev baskınlarında gözaltı sayısı 55’e yükseldi
Saha araştırması: Kaç kişi anadilinde eğitim istiyor?