Herêma Kurdistanê jî komîteyekê bo hemwarkirina Destûra Iraqê pêk tîne

Endamekî parlementoya Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê jî komîteyekê bo hemwarkirin û guhertina Destûra Iraqê pêk tîne.

Navenda Nûçeyan- Pêr her serokatîyên Herêma Kurdistanê (serokatîya Herêma Kurdistanê, serokatîya hikûmetê û serokatîya parlementoyê) bi serok û nûnerên partîyên siyasî re li ser rewşa Iraqê û helwesta Kurdistanê li hember wan guhertin û pêşhatan civîyan.

Serokê firaksîyona milet li parlementoya Iraqê, Azad Kureçî, ku beşdarî wê civînê bibû, ji BasNewsê re got, di wê civînê de biryar hat dayîn ku komîteyek bo hemwarkirina Destûra Iraqê were pêkanîn.

Azad Kureçî her wiha got, armanca wê komîteyê ew e ku piştevaniya wan sê nûnerên kurd bike ku di komîteya hemwarkirina Destûra Iraqê de ne.

Bi gotina wî parlementerî, ew komîte ji pispor û nûnerên alîyên siyasî pêk tê û serokê wê jî Firset Sofî (parêzgarê Hewlêrê) ye.

Parlementoya Iraqê roja 2 vê mehê komîteyek bo hemwarkirina Destûra Iraqê pêk anî. Di nav wê komîteyê de sê nûnerên kurd jî hene.

 

Siyaset Haberleri

Washington Post analizi: İran savaşı Türkiye-İsrail rekabetini derinleştirdi
Haseke Vali Yardımcısı: 1500 aile daha Afrin’e dönüyor
KDP ve Komel görüşmesi sonrası ortak açıklama: Kürdistan Bölgesi’nin çıkarları önceliğimiz
Başkan Barzani: Peşmerge olmak en büyük onurdur
Pekin’de kritik zirve: Çin ve Rusya’dan 20 anlaşma