Gorran: Pêwîst nake û nabe astengî bo projeyasaya çaksaziyê bên çêkirin

Tevgera Gorran piştevanîya xwe bo projeyasaya çaksazîyê dîyar kirîye û daxwaz dike, ti astengek li pêş derbas kirina projeyasayê pêwîste neyê kirin.

Navenda Nûçeyan- Endama civata giştî ya Tevgera Gorran Nesrîn Cemal ji BasNewsê re ragihand: ‘’Projeyasaya çaksazîyê vê gavê li gel hikûmeta herêma Kurdistanê maye û negeheştîye Parlamentoya Kurdistanê, lê ew alîyên ku rêgirîyê li wê projeyê dikin, dîyare projê di berjewendîya xwe de nabînin, ji ber wê dijatîyê dikin.’’ Û got: ‘’Her alîyekî sîyasî li dijî projeyasayê raweste dê zerer bike.’’

Her wiha dîyar kir, hejmareke mezin a endamên YNKê li ser pişka Pêşmerge hatine malnişîn kirin, ‘’Lê bixwe Pêşmerge jî nebûn.’’ Ji ber wê ‘’Ev projeyasa dibe ku ji vî alî ve zîyanê bigehîne wan.’’

Ji alîyê din ve serokê fraksiyona Gorran li Parlamentoya Kurdistanê Elî Hemesalih bi daxuyanîyekî aşkera kir, encûmena wezîran di meha yekem a kar kirinê de biryar derbarê projeyasaya çaksazîyê de daye, lê ‘’Ji ber hin lihevtênegeheştinan civîn paşket, naha serokatîya hikûmetê biryar daye demekî herî zû de projeyê rêbike bo parlamentoyê.’’

Herwaha got: ‘’Di cîha dijatîyê bikin û axaftinên tund li ser paşketina projeyê, ku dibe bibe sedemê xirabîyê, me bi hemû hêza xwe ve hewl da ku proje çaksazîyê serbikeve û em vê mehê li benda encaman in.’’

 

Siyaset Haberleri

Washington Post analizi: İran savaşı Türkiye-İsrail rekabetini derinleştirdi
Haseke Vali Yardımcısı: 1500 aile daha Afrin’e dönüyor
KDP ve Komel görüşmesi sonrası ortak açıklama: Kürdistan Bölgesi’nin çıkarları önceliğimiz
Başkan Barzani: Peşmerge olmak en büyük onurdur
Pekin’de kritik zirve: Çin ve Rusya’dan 20 anlaşma