“Ger Tirkîye Agirbesta li Sûrîyê Binpê Dike Divê Dijî Wê Toleyên Tund Werin Ragihandin”

Senatorên Amerîkî ji rêvebirîya Washingtonê xwestin ku ser îdiayên ku dîyar dikin ku Tirkîye agirbesta li bakurê Sûrîyê binpê dike, vekolînê bike.

Navenda Nûçeyan- Pênc senatoran bi nameyekê ji Wezîrê Derve Mike Pompeo re dan zanîn ku ger Tirkîyê agirbesta li Sûrîyê binpê dike divê dijî wî welatî tole werin ragihandin.

Name ji alîyê Senatorên Komarî Lindsey Graham, Marsha Blackburn û Senatorên Demokrat Chris Van Hollen, Richard Blumenthal û Jeanne Shaheen ve hat îmza kirin.

Di nameyê de hat pirsîn ku Tirkîye yan jî hêzên girêdayî wê, xêncî herêma di navbera Tilebyad û Serêkanîyê de ji rojhilat ber bi rojava û devera 30 kîlometra li başûr ya heta rêka M4-M10 dirêj dibe kar dike yan na.

‘’Tê gotin ku hin hêzên Tirk yan bi piştgirîya Tirkan li Tiltemirê êrîşî Kurdên Sûrîyê kirine. Eger ew rast e, ew nîşan dide ku Enqere, peymanên agirbestê yên bi Washington û Moskowê re cihê bi cihê îmza kirine binpê kiriye’’ di nameyê de hat gotin.

Senatoran bi bîr xist ku Serok Donald Trump gotibû ku ger Tirkîye li gor berpirsîyên xwe tevnegere ewê aborîya wî welatî têk bibe.

Wan da zanîn ku ew ji rêvebirîyê dixwazin ku bo agirbesta di 17’ê Cotmehê de hatiye îmza kirin bidome, divê toleyên aborî yên tund werin ragihandin.

Çavkanî: Dengê Amerîka

 

Siyaset Haberleri

3 Mayıs Basın Özgürlüğü Günü: Dünyada durum ne?
Türkiye'den İsrail kararı: Tüm ticari işlemler durduruldu
TÜİK nisan ayı enflasyon verilerini açıkladı: Yıllık enflasyon yüzde 69,80
Erdoğan’ın ‘Hamas muhabbeti’ neye hizmet ediyor?
1 Mayıs Tertip Komitesi: Yanlış anlaşıldı, çekilme değil protestoydu