Esper: Tirkiye bi tevgera ligel Rûsyayê ji rêgeha NATOyê dûr dikeve

Esper derbarê dewrîyên hevbeş ên hêzên leşkerî yên Tirkîyê û Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku ew tê wateya Tirkîye ji rêgeha NATOyê dûr dikeve. Esper herwiha got ku ew bi temamî hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê venakişin.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Berevanîyê Amerîkayê Mark Esper berî serdana xwe ya ji bo Koreya Başûr civîneke rojnamevanî saz kir û têde ragihand ku vekişandina hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê berdewam e, lê beşek serbazên wan dê li herêmê bimînin.

Mark Esper vekişîna artêşa Amerîka ji bajarê Kobanî dê hefteyeke din dirêj bike û Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê bi temamî venakişe û 500-600 serbazên xwe dihêle.

Li ser pirsekê Esper got:  “Hêzên Sûrîyeya Demokratîk ji bo me di şerê dijî DAIŞê de hevkar û hevpeymaneke baş e, û hevkarîya me dê berdewam be.”

Esper li ser pirsa “hûn dewrîyên hevbeş ên Rûsya û Tirkîyê çawa dinirxînin?” got ku ew te wateya Tirkîye ji rêgeha NATOyê dûr dikeve û hêvî dike ku Tirkîyê ji wê rêye vegere û peywendîyên wan baş bibe.

 

Siyaset Haberleri

Kemal Tolan ile Söyleşi: Êzidîliği Doğrudan Kaynağından Dinlemek -I-
Mitsotakis'ten Erdoğan'a: İttifak oluşturabiliriz
Mela Bahtiyar: Başkan Barzani, Kürt milletinin Lideridir
Irak'a nakledilen IŞİD'liler arasında 160 Türk vatandaşı
Başkan Barzani ve Bafıl Talabani ile görüştü: Cumhurbaşkanlığı ve Kabine Masada