Esed: Xêra Kurdan artêşa Surîyê ket hîn cîyan

Serokê Sûrîyê Beşar Esed ragihand, ku ew tenê ji bo pirsên ewlekarî û leşkerî venagerin deverên di jêr destê HSD de û dê tevahîya desthilata dewletê ser bi wan deveran ve bisepîn in.

Navenda Nûçeyan- Serokê Sûrîyê Beşar Esed ragihand, ku ew tenê ji bo pirsên ewlekarî û leşkerî venagerin deverên di jêr destê HSD de û dê tevahîya desthilata dewletê ser bi wan deveran ve bisepîn in.

Esed dîyar kir:  

“Roleke Rûsyayê hebû, ji bo rêkeftina artêşa Sûrîyê ligel grûbên Kurdî, ku nav li xwe dikin – HSD. Babet ne tenê ji bo derbasbûna artêşa Sûrîyê ye, artêşa Sûrîyê tenê ji bo karê ewlekarî û leşkerî derbas nabe. Derbasbûna artêşa tê wateya derbasbûna dewletê ji bo wan deveran û dê bi hemû xizmetguzarîyan derbas bibe.

Ev rêkeftin hatine kirin û em gihan piraniya deveran, lê hin astengî hene. Niha em li ser vê yekê kar dikin, jiber ku pêwendîyên me yên rasterast beriya niha jî ligel  wan grûban hebû, û dê her di dawîyê de dewleta Sûrîyê destê xwe deyne ser wan deveran.

Em bi Rusya û Îranê şerekê sîyasî didin. Rusya; projeya Amerîka, Tirkîye û Almanyayê asteng kir.

Têkîlîya piranîya Kurdan bi Surîyê baş e, xêra Kurdan artêşa Surîyê ket hîn cîyan.”

 

Siyaset Haberleri

İran: Neçirvan Barzani'nin evine yönelik saldırı bize ait değildi
Macron: Rusya’nın saldırıları karşılıksız kalmayacak
Trump: ABD, Danimarka ve Grönland ile süresiz güvenlik anlaşmasına vardı
ABD Dışişleri'nden Irak'tan çekilme açıklaması
Savaş ve Barış Konusunda, Kuzey (Bakur), Güney’in (Başur’un) Deneyimini Görmeli!..