Emerîka sizayên nû bi ser Îranê ra disepîne

Wezareta derveya Emerîkayê ragihand, hejmareka sizayên nû bi ser Îranê re sapandîye.

Navenda Nûçeyan- Di beyannameyeke îro de, Heyînîyê, wezareta derveya Emerîkayê ragihand, sizayên nû bi ser kerta avakirina Komara Îslamîya Îranê re sepandîye.

Xuya jî kirîye, ew siza hemû wan pirojeyan ji xwe re digire ewên rasterast yan narasterast li jêr kontirola Supayê Pasdarên Komara Îslamîya Îranê daye.

Li gorî beyannameyê, bi nerîna Mayîk Pomêw, wezîrê derveyê Emerîkayê, sepandina van sizayan dibe sedema ku baştir çavdêrîya pirograma navokîya Îranê di warê sivîlî de bê kirin. Herweha mertirsîya belavbûna wê sinûrdar dike û şîyanên Îranê bo pêşxistina karê navokî ji nav dibe.

Li gorî biryara Emerîkayê bo sizayên nû, firotin û veguhaztina kanzayên xav, nîv duristkirî, Giravît, rejî,  pirogramsazî û hemû corên borîyn ji Îranê dihên qedexekirin.

Çavkanî: K24

 

Siyaset Haberleri

ABD’den DSG’nin feshine ilişkin ilk açıklama: Abdi ve Ahmed'e kritik görev, Kürtçeye resmi tanıma
Suriye Cumhurbaşkanlığı, Mazlum Abdi-Şara görüşmesinin ayrıntılarını paylaştı
Mazlum Abdi açıkladı: DSG'nin görevi sona erdi
Ankara'dan AİHM'e sert Osman Kavala tepkisi
D.Ü. petrolde de hastanede de kapı duvar