Alîyên Kurdî: Kilîd di destê Rûsyayê de ye

Alîyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di wê bawarîyê de ne ku kilîda çareserîya sîyasî li Sûrîyê di destê Rûsyayê de ye.

Navenda Nûçeyan- Alîyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di wê bawarîyê de ne ku kilîda çareserîya sîyasî li Sûrîyê di destê Rûsyayê de ye. Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) jî herî dawî ji zarê serkirdeyekî xwe ve ragihand, ku ew amade ne danûstandinan bi hikûmeta Sûrîyê re biin, eger Rûsya bibe navbeynkar û garantor.

Endamê Serkirdatîya ENKSê,  Mihemed Îsmaîl amadebûna ENKSê bo destpêkirina dîyalog û danûstandinan bi hikûmeta Şamê re nîşan da û tekez kir, eger Rûsya bibe garantor ew amade ne danûstandinê bi Şamê re bikin.

Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand: “Eger dewletek weke Rûsya xwedî rol garantor be, ji bo danûstandinan em amade ne, ji ber ku hinek ne bawarî di navbera me û hikûmetê de heye. Bi fermî me jê nexwestîye lê me jê xwestîye ku piştevanîya me di Komîteya Destûrî de bike û metirsîyê li ser miletê me kêm bike. "

Li alîyê din, navbeynkarîya Rûsya di navbera hikûmeta Sûrîyê û Rêveberîya Xewser de nîvco maye û hêj danûstandinên sîyasî di navbera herdu alîyan de nehatine destpêkirin. Daxuyanî û reftarên ku hikûmeta Sûrîyê dike, rojane herdu alîyan ji hev dûrtir dike.

Cîgirê Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a MSDê, Hikmet Hebîb dibêje, “Dewleta Sûrîyê yan rêjîma Sûrîyê wiha dibîne ku Rêveberîya Xweser tine ye, lê belê yasaya birêveberîya xwecehî û nenavendîyeke îdarî heye, ev jî ne li gor xwesteka gelê me ye, em hewl ji bo nenanvendîya demokrat didin ku hemû tê de wek hev bin."

Hikmet Hebîb herwiha got: “Ji bilî vê jî em dibînin biryara li Şamê di destê lobîya Îranê de ye û berjewendîya Rûsyayê jî xwe ferz dike, û herweha hêvî dikin ku di qonaxa bê de, vegera Amerîkayê bo navçeyê bibe sedema aktîvkirina dîyalogê."

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov ku di heman demê de şanderê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ê ji bo dosyeya Sûrîyê ye, di civînên xwe yên vê dawîyê de ligel ENKSê tekezî li ser yekrêzîya alîyên Kurdî û danûstandinên bi Şamê re kirîye.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

14 barodan ortak Tahir Elçi açıklaması: Cezasızlık adım adım örüldü
Türkan Elçi: Şaşırmadım, üzgünüm
Bir nankör, bir dilbaz ve Türk-Amerikan didişmesi
AP Türkiye Raportörü Amor: “AB’nin sorunu Türkiye’yle değil Erdoğan’la
Fehim Taştekin: Bağdat’ın çözümü: PKK’ye siyasi mültecilik!