Ali K. Yıldırım
Yıllar önce yazdığım ve yakın zamanda ‘’Gunehkarîya Aluçeyên (Erugên) Tirk û Kalê’’ adlı kitabımda yayınlanan öykülerden biri olan aşağıdaki öykü, dîğerleri gibi, Sıdıklar köyüne ait gerçek hayat hikayelerinin zenginleştirilmesi ile tarafımdan hazırlanmıştır. Dedem Hasangazi’nin; bir bölümü samanlık olarak kullanılan ahırdaki otları dağıtmamaları için, üstüne geçirdiği palto ile çocuklarda yarattığı kabus zamanla büyüklerin de korkusu haline gelir. O ölmesine rağmen, yarattığı korku yaşamaya devam eder. Toplumlar da böyledir…
Hikayenin verdiği başka bir mesaj; iradesine hakim olamayan toplumlarda silahın bizzat o halka karşı kullanılabilecek tehlikeli bir alet haline gelebileceğidir.
Bo bîranîn û hürmeta mezınên me yên ku nav me da ninîn.
(Aramızda olmayan büyüklerimizin anısı ve hürmetine.)
PALTOYÊ DIRÊJ
Ez li xênî, di kevîya xonçê ser kutikikî runiştibûm. Ji tîrêjên tavê, ku di qibla xênî da li rûmalê[1] dixist, xûya dikir ku wext wexta ji berîye[2] derxistina pêz bû. Rakirina pêz ji qûwê[3] ewê wext bigirtana.
Kalikê min, bi lêz gêrmîya[4] nîsîkan kevçî dikir. Wî, cîyê pismamê min ê mezin merax dikir. Wexta min bersîva nezanînê da, Kalê vegerîya nin û got:
‘’Kanê ew bi ku derê va çûn? Nebî ku ew disan gîyayê li axûrê jurin hatîye nijandin[5] belav bikin? Wan (ewanan) zarên ku ji qurbetê tên, li cîyê xwe nasekinin. Harîyên[6] wan meran bêzar dike.’’
Piştê vê gotinê Kalê derketi der. Di binê sofrê da mewt i mewta pisingê bû. min parîk nanê bi mast aviti pêşîya pisinga xone[7], lê vê care pisinga dine bi çend çêlikê xwe derketi mêydanê Dîya min li berêr pendîr dikeland. Ji sujî ya nav stîlê xûya bû ku pendîr gêheştibû qerarê, loma dîya min stîl ra kir, bir kevîyêkî û paşê yêk bi yêk parzûnên[8] nav stîlê helçinand [9] û daynî nav teştê. Dûyê kerman, bi şeklikî kovikî[10] bi jur va ber bi rojingê [11]va bilin d dibû. Ez bo derketina der rabûm ser nîngan; lê hîn ez negêhiştibûm şêmûga[12] dêrî ku kutîyê min ‘’Zulim’’ rasti min hat. Wî, bi kurê xar, sêri min kir û kuzîya. Min derdê wî yê birç bûyînê fam kir. Min çû, ji tekna nîn kerikîk nan anî û aviti pêşîyê. Wexta Kutî dikiri şilp şilp, li hêla dine dengê mewtina pisingê dihat.
Dîya min: ‘’Tu dibê kutî (kuçik) bi parçeyik nan têr dibî? Tu çima kormikê naynî û bi vî sujîya[13] pêndîr kutî ra yalê çê nakê? Min zikê weqes kulfet bî nîn têr kir ma kutî ma? Tu dibê nan patin tiştikî rehet e?’’
Rastî kulfeta me hejmarikî mezin bû. Di mala me, da bi zarên her du apên min va ji dehan zedetir zar hebûn. kalikê min bi tene qesi du kesan xwarin dixar; lê qesi sê kesan jî kar dikir. Kesên ku sêri karê kale dikirin, ji bavê min ra; ‘’Ji te ra motor lazim nine, Apê Hesenqazî weku motor e’’ digotin.
Piştê emirê dîya min; nav dolabê, di çavîyê ardan da min ard derxist û nîvîyê kormikê[14] tijî ard kir; ez bi kormikê va çûm ber teştê, ji wir bi tetikikî [15] mezin sujî helanî û rijandi ser ardan. Dûra, bi darikîîkî kîp ard bi sujîyê va tevda û girt i bir li heyatê û daynî pêşîya kutî. Anaha çelp i çelpa kutî bû. Di wî navbêyna da min qîjina çend keçan bîst. Ez hindikî pêşva çum ku çi bibinîm? Zar i zêvçên bi kinc û fîstanên rengîn, weku çîka agir (ar), bi qîrînî û fîzînî, her yêk bi hêlika va dipijiqîyan. [16] Helki[17] helka layê apê min yê tirs nezan, yanî civanmerd bû. Wî jî bi qîrînî ‘’Paltoyê Dirêj, Paltoyê Dirêj!’’ digot. ‘’Paltoyê Dirêj’, di nav zarên mezintirin ji weku xeyalitikî bi xof namdar bû. ew xeyalet disan, bi hatina havînê derketibû mêyadanê û zar i zêvç terorîze dikir.
Bi bîhîstîna navê ‘’Paltoyê Dirêj!’’ li pêşîya dêrî, zar i zevç û jin gêhiştin hevûdû. Zaran bi hevra qala xeyaletikî ecêb dikirin. Gora tasvîra zaran mahluqat, bi kurikê dirêj ya reş, ji du mêtroyê dirêjtir kesek bu. Serî bi şara reş ya Surîyê girêdayî, bi pozê sur qesi kartolekî mezin, bi guhên qesi lepa hirçê xeyaletê hindik mabû ji tirsan kezeba zaran parçe bike. Bi qîrrîn û birrinên qîzan (keçan) ku bi yêk dengî ‘’me xortlax, me xortlax dît’’ di hundirê male da kalê derket der û bi dengikî bilind qîrrîya: ‘’Çi qijjî qîjja we ye keçino? ‘’
Wexta xanimên pêşîya dêrî kalikê min dîtîn, çîta şara reş kişandin ser lêv û pozên xwe û ji wirê bi yêk carî zıvıriyan û çûn ser kanîyê. Xaniman ji mezinan ra weku nîşana hurmetê bûktî dikirin. Piştê tarîfa zaran, Kalê; ‘’ raste merin axurê jurin! li wirê xortlax heye! We dixe!’’ got. Kalê çu hundir û zar çün ser kanîyê. Ez jî bi wan ketim, bi çend xaniman va yêk, me da rêya axirê jurin.
Ji mala me ra ‘’Mala Mezin’’ dihati gotin. Ji ber ku wexta kalikê kalikê min, Siddiq li gund cîh bibû, cara pêşîn li cîyê mala me ji xwe ra xanî çêkirîbû. Dewşeş (16) malên gund ji vê mala mezin zêde bibûn. Mala pêşîn, bi alîyê Topal Osman hatibû şewitandin. Li Jêr axirê jêrin û li jurê malê, axirê jurin bi serê xwe weku şikeftikî tarîxî xuya dikirin. Xanîyê birayê kalikê min, yê Apê Alîriza, ya pêşin rêz mal bû. Bi sebeba îlahî dîtîna tavê, derîyên gîşt malên gund yên kemn sêri rojhilatê dikirin. Li ser destê çolax (çep), li bin çayîrên me, qesi pence metro dûr ji mala me av di kanîyê da dişirrîya nav kûrin. Li paş axurê jurin, li ser tumik mezelên bi xof bilind dibûn.
Em gavikî da gêhiştin axirê jurin; zaran (zarokan) hêla tarî, hêla ku gîya hatibû nijandin, îşaret dikirin. Bi cîyê gîyê, axir bibû çar parçe; yêk ji wan goman cîyê berxan, herdu yê din yên pêz bûn. ji kuna (qul) jurin midareyik ronahî digêştî hundir. Gîşt tavana êxur bi merxên çîyayê Qendîlê hatibû hunandin; li jêr hustunên mezin, li ser hustunên darên hêzan dirêj dibûn. Li ser xênî qesî nîv metro xalî; cîh ji şillî û berfê, ji sermayê û germîyê diparast. Di hundirê êxir merx reş bibûn. Gora ku kalikê min qal dikir, di ‘’Hadîsê’’ da kuvvetên tirkan yên gayrînîzamî; di bin emira Topal Osman agir bi axirê jurin jî xistibûn[18], lê agir (ar) piştê demikî xewdaçibû.[19] Ji mirinê xillas bûyînê xillasbûn şuvatir, kalikê min bi xwang û birayan va vedigerîn gundên şewîtî. Axirê jurin ê nîvşewitî ya ji xezeba Topal Osman xwinar, bibû ware kulfeta malbatê. Weku mezinê male, berpirsîyarî [20] ketibû hustîyê mezinê male, kalikê min ê zar (zarok).
Li hundur di nav êxir da, çi bû çi nebû, li cîyê tip i tarî yêkî; ‘’ahan xortlax!’’ got. Bi vê gotinê, zar i zêvç û xanimên meraqdar; weku kerîyên[21] pez gurr bûn [22] û bi carikî xwe avitin der. Di wî tevlihevîyêda, ez hindik ma di binê nîngan da bimînîm. Dervayî tarîyê, mezelên jurin ên paş êxir, hindik mabû hiş li seren zaran û xaniman biben. Li jêr gîşt ‘’qehraman’’ gehiştîn hevudû. Ji wan yêkî ; ‘’kî dizanî belkî xortlak yêk ji wan mirîyên mezelan e’’; yê din ‘’ kî dizanî belkî mirîyan ji mezelan heta vira tunêl çêkirîne’’ got. Bi qala ‘’tunela mirîyan’’ lerzîn û dengên şirqqinîya didanan dihati bîhîstîn.
Dem davîya havîna pêşîn, dema lêxistina darê bû. Dar bi nijandina gîyan dihati lêxistin.[23] Axir, bi gîyê nîv tijî, bibû cîyê lîstaka zar I zêvçan ; wan xwe ji kuna êxir berdidan jêr, ser gîyayê nerm. Li wirê, bi sebebê bazdayînan gîya pij I bela[24] dibû. Gotin û hêrs ketin pere nedikir; zaran (zarokan) gora dilê xwe dikirin. Çend roj rabirt, disan bi pêşengîya qehremanikî din, zar li pêşîya derê me civîyan. Çend roj bû ji xortlaxê deng tunebû. Bi avakî demokratîk zarokan rizatîye xwe nîşan dan; lîstîk û bazdayîn disan destpêkir. Lê Pir wext neçûbû ku disan bûyer[25] dbare bû; disan ‘’Paltoyê Dirêj’’ zar dan ber xwe. [26]Ji tirsan hindik ma kezeba qehramanan parçe bibî. Li jur mezel, li jêr axirê tarî û xeyaletikî qesi dev… kî natirsî?
Xebera ‘’Paltoyê Dirêj’’ ne bi tenê li gundê me, lê li der i dora gundê me ji belav[27] bibû. Vê carê xortên mezin yên bê tirs, qehremanên qehremananji gundên cîvar kom bûn û bi hev ra planên destxistina ‘’Paltoyê Dirêj’’ kirin: çend kes ewê bi çoyên kîp[28] biketena hundir û dor ji xortlaxê bigirtana. Xebera pilanê gehişti kalikê min û wî waha got:
‘’Xortino ji xwe muxayît bin; win dixazin wî xeyaletê pêbigirin[29]. Lê win ji dizanin ku ew sir e; sir xwe nîşan dide, lê naye ber destan’’
Xortan gûh nedan Kalê. Wan mane nedıdan sırbûyinê. Wext hatibû bi cîh anîna planê. Refik [30] qesi dehe kesan, bi gora nîzama eskerî, yêk bi yêk ketin hundir. Bi ketina hundir, dengê şîrqîna çoyan dihat. Wer xuya bû ku xortan ji tirsan li hûstunên dixistin. Li hundur bi yêk carî dengê gurmînîyêk hat. Yêkî ‘’wuy kilê!’’ got û xwe aviti der. Li paş ‘’qehremanên’’ yên din…. Zebanîyêkî palanpoç[31], bi tifangikî qesi doça bêrê, dabû dû wan. Pir ranebirt ‘’Paltoyê Dirêj’’ şuva vegerîya û kişîya cîhê xwe yê tarî yê nav êxir.
Li pêşîya dêrî disan millet kom bibû. Hindikan[32]; ‘’Va çi bela ye sellati[33] zari zêvçê me bîye?’’digotin; beşikî jî qala wesandina[34] sêyîd dikirin. Di wî navbêynê da, kalikê min ji hundir xilbû[35] û di qeftenga[36] dêrî da kurê xwe dirêji der û bangi xortan kir:
‘’Merin! sellati wî xortlaxê nebin! qet feyde nake. Min ji we ra got ew sirre. Dermanê wê duayê; wexta we navê xwadê, nave Şahên Velayet hel anî, ew nalet ji tirsan dizivirî û dikişî qurna[37] xwe.’’
Paşê kalê destê xwe ra jur kir:
‘’Ya Xizir`ê ser kelek û gemiyan, xadane be kes u seviyan
Ya Meleke ser herde û ezmin Ya meleke sere sibe!
Tu mezini tu ezizi.
Bigihêş hewara me,
Ya Heq, Ya Elî, Ya Şahê Velayet
Maf bike cisnê cîn û Muaviyayî
Xillas bike zar ı zewçan ji her vê qeda û belayî …’’
Kalê di devê xwe da çend qeziyê dinê luxand[38] û got:
‘’Ezê ji Kuranê sura Qulhuvela bixûnim, win sêrkin kanê tiştik dimînî yan na? Lê ya rind ewe ku win ji axirê jurin dûr biskinin. Ez li vira nabim bekçîyê kesî. Ma karê Xwadê tune li ber xotlaxan biskinî?’’
Çend roj rabirtibû ku, zavayê me Çaxo hatibû mala me nîvantîyê. Mêrê meta min a Zêbîde, Çaxo, kesekî sohbetxwaş, runerm, ji hêla herkesî va hezkirî bû. Di wan rojan (royan) li gund ne televîzyon, ne jî elektrîk hebû. Xeberên mintiqê bi rêya gerok bela dibû. Ew, car caran ji mala xwe mehekî yêk dûr diket û gund bi gund digerîya. Ew kesekî weku rojnemevanekî devki bû. Herkes bi nîvantîya wî kêfxwaş dibû. Bi tenê yêk kes, meta min a Zêbîde ji ger û bêmesulîtîya Çaxo razî nedibû. Lê labîn[39] feyde nedikir. Navê cîyê Çaxo ‘’Kerrikan’’, ji gundê heyşt kîlometre dûr, li wî tayê din ê Çema Karabudak , di nav erezîya bajarê Erzinganê bû. Li wî şûnê sê bira rudiniştin. Kalikê bavê wan ji Kevreş, ji mala Teqî Begê bari gundê Pêcî; bavê wan Raîf bari nahala Kerikan ya bi cografîyêkî bi kaş, zinar, qîş, û baxir[40] kiribû. Cîyên bi dar i ber yên hêşin[41], baxirên tazîyê reş, zinarên mor kontrastikî rengîn peyda dikirin.
Pişte xal i xatir û xwarin Çaxo qala Kerrikan kir û got:
‘’Hirç bîye belayê serê me. Em êwaran nikaninê derkevinê der. Hirçê kutîyê min ê Gurêx bîrîndarkir. Ez dibim qeda û belayê we, werin wî mavzêrê bidin min. Ezê malbatê, bostan , pez i malê xwe qorî bikim.’’
Weku wî mavzêrê li wan doran çek tunebû. Mavzêr; ji alîyên Hesen Çavuş li Enqere di dema eskerîyîtîyê hatibû dizin. Hesen Çavuş di nav lihêfikî (yorgan) da bi serketî tifang anîbû Axderê, mala Apê minê Zîya. Kûrik (Palto/Sako) dîyarîya fabriqa, ku apê min kar dikir, Kuruk û tifang piştê demikî gêhêştibûn gund.
Bavê min vegerîya Çaxo û got:
‘’Na! Li van doran diz bişev tevdigerîn[42]. Te nebîhîst? Par ji gundê me, ji axirê xalê min bişev qesi bîst kavir hati derxistin?’’
Çaxo: ‘’Ew çend salan berê bû, anaha diz nemane. Sebeti salikî tifangê bidin min, ezê sala bê şuva vegerinîm.’’
Bavê min çi kir ji, ji Çaxo xillas nebû; carê Çaxo sellatê bibû. Raberîna[43] Çaxo Kalê nerm kiribû. Kalikê min tevli[44] qezîyê[45] bû:
‘’Bide bila herre! Luzîmîya wî tûne! Çi xêra tifangê heye? xêra wî negihêşt eskerê tirk. Çek şeytan e, yan tu lêdêxinî yan jî yêk li te dêxinî, Min xwast tifangê nîşan bidim, te nedît çıtan dest min da teqîya? Ez hindik ma bibim qatîlê zarokîkî…’’
Piştê gotina Kalê tifang hat rumalê; Çaxo kontrol kir; bavê min tifang rûn kir û şuva rakir kiri qinê. Kalê sirra xwe eşkere kiribû. Wî jî; dikanîya bi rêya paltoyêkî, bibûna kesekî xwadî keramet. Wî, ji bo hakîmîyetê, tenezulivê rêyê nekir û sirra xwe eşkere kir. Paltoyê dirêjê bi xof[46], ku di dilê her zarikî da bibû sembola tirsê Kale bixwe[47] bû.
Çend royan şuvatir, Çaxo balîfîkî mezin li hespa xwe sîwar kir û da rê. Kêfa Çaxo bi çûyîna hespê xuya dikir.
Bavê min li pê dilabîya[48]; ‘’Me tifanga nip i nû[49] ya weku zîv da, me qenderê[50] bı wî kewik jî lênexist.’’dıgot.
Lê Kalê;‘’Çû! jê xillas bûnê, daha çi dixwazî? Luzîmîya tiştên bi tirs tune.’’ got.
Sal ser salan ra rabirt. Ne dengê lêxistina hirçê, ne jî ya gur hat. Di davî ye da davî xebera kuştinê kesekî hat. Çaxoyê rûnerm[51] û nazîk li birayê xwe xistibû. Gora gotinan Çaxo bê çare mabû; Lê tifang bibû hacetê kuştinê. Di netîcî da, Çaxo, bi tifangê teslîmi jenderme bibû. Ji dûra mala meta min, paşê herdû birayên din jî ji Kerikan, ji warên xwe, bar kirin. Wêran[52] bûyîna Kerrikan; ne bi tenê bû sebeba bê av mayînê bostan, lê bi zaha bûyîna dara guza sed salî jî xûya dikir.
Bi bîhîstîna xebera reş, Kalikê min vegerîya bavê min û bi dengikî tirnefes[53] mayî ; ‘’Çek şêytane! rind ku ji me dûr ket. Li vira bûna, kî dizanî ji me ra çi bela derxistana, Xadê kesî bi dest jenderman neyxînî…[54]’’got.
Kalê, weku kesekî derheqê jenderman xwadî tecrûbeyên xirab, nefesikî kûr girt. Bavê min lê vegerand: ‘’wexirê[55] gotina te rast bîye Kalê…’’
Sebebê tirsa zaran (zarokan); Paltoyê Dirêj i bi xof, tarîya êxir û nêzikîya mezelan bû. Li ku tarî û mirî bi hevra yêk dunyayê payva dikin, li wirê tirs heye. Tirs dest hindik kesan da dibî hacet. Çek; weku kalikê min got, dikanî bibî dijminê xwadanê. Berîya çek dibê aqil hebî. Di bin hukma kesên bê qontrol , çek, dikanî bibî hacetê şerê navxweyî.
Kalikê min mir; ew li Anqarê hati helanîn[56]. Lê sîya xortlaxê, ku wî pêyda kir, hîn jî, li gund dijî û di şevên tarîyê da ji meran ra dibî sebeba tirsê. Civat jî wahaye, Tirsa ku keti kezaba civatê bi rehetî anda nabî. Tirs û çek du hacetên mezintirin yên zulmê ne.
[1] Rûmal: zemin
[2] Berî: Koyunların sağılmak için toplandığı yer
[3] Qûw. Sıra, koyunların gölgede toplanması veya güneşten korunmak için kafalarını birbirlerinin kuyruğunun gölgesine sokmaları
[4] Gêrmî: şorbe/çorba
[5] Nijîn/Nijandin: yığmak
[6] Harî: yaramazlik
[7] Pisinga Xone: Erkek kedi
[8] Parzun: yoğurt, peynir v.b süzmeye yarayan beyaz bezden yapılmış torba
[9] Helçınandın: kaldırmak
[10] Kovıki: yay gibi
[11] Rojing: Evîn ûstûnde gûneş gîrmesî îçîn birakilan delîk, gênîş baca
[12] Şêmug: Kapı eşiği
[13] Sujî: yoğurt, peynir v.b ye ait yeşilimsi yağsız su
[14] Korm: köpeklerin yiyeceğinin içine konulduğu tahtadan yapılma kap
[15] Tetık: kepçe
[16] Pijiqîn: siçramak, dağılmak
[17] Helkîn: derîn seslî nefes almak
[18] Xistin: birakmak
[19] Xewdaçûyîn: sönmek
[20] Berpirsîyarî: sorumluluk
[21] Kerî: sürü
[22] Gurrbûyîn: ürkerek topluca kaçmak
[23] Lêxistin: vurmak, kurmak
[24] Pij i Bela: darmadağan
[25] Bûyer: Olay, hadise
[26]Dayînî Berxwe: kovalamak
[27] Belav: yayılma, dağılma
[28] Kîp: sağlam
[29] Pêgirtin: yakalamak
[30]Ref: grup. Özellikle kuşlar için kullanılır.
[31] Palanpoç: dağınık, düzgün yürümüyen
[32] Hindikan: baıları
[33] Sellat: bulaşma
[34] Wesandin: getîrtmek, haber yollamak
[35] Xilbûyîn: anîden şîddetlî bîr şekîlde kalkmak
[36] Qefteng: kapi aralığı
[37] Qurne: delık,boşluk
[38] Luxandın: gevelemek, yuvarlamak
[39] Labîn: sızlanma, şikayet
[40] Baxir: kayalık yama
[41] Hêşin: eşil
[42] Tevgerin: dolaşmak
[43] Raberîn: yalvarmak
[44] Tevli: karışma
[45] Qezî: söz
[46] Xof: ürkütücü, korkulan
[47] Bixwe: kendisi
[48] Labîn: sızlanmak
[49] Nip i nû: Yep yênî
[50] Qenderê: bile
[51] Rûnerm: yumuşak huylu, güler yüzlü
[52] Wêran: virane, bozulma
[53] Tirnefes: nefes nefese kalmak
[54] Êxistin: düşürmek, eline geçmek
[55] Wexirê: meğerki
[56] Helanîn: kaldirmak