“Cigerxwîn, ji bo gelên bindest jî helbest nivîsandine.”

Civaka Kurd li Elmanya (KGD), Helbestvanê mezinê gelê Kurd mamosta Cigerxwîn bi bîranî.

Armanc Nêrweyî

 

Êvarîya roja Yekșembîyê Civaka Kurd li Elmanya (KGD), Helbestvanê mezinê gelê Kurd mamosta Cigerxwîn bi bîranî. Di bîranînê de ku hejmareke kesayetî, akademîst, rewșenbîr û nûnerên komele û sazîyên kurdî beșdar bun. Di serî de sernavê Komeleya Civaka Kurd li Herêma Berlîn/Brandenburg Rojnamevan Armanc Nêrweyî kurte axaftinek û bixêrhatina mêvanan kir.

 

Piștre semînerek ji alîyê Rojnamevan Memo Șahîn bo Helbestvan Dr. Gundî Dilbaz hat birêvebirin.

 

Di axaftinên xwe de Dr. Gundî behsa qunaxên jîyana Helbestvan Cigerxwîn kir, hemû berhemên wî jî ji mêvanan re dan nîșandan û vekolîneke wêjeyî liser kir. Herwisa behsa jîyana zehmet û metirsîya jinavbirinê ji alîyê rijêmê û dijayetîkirinê ji alîyê komunîst û çepgeran kir.

 

Helbestvanê kurd mamosta Cigerxwîn ne tenê di helbestên xwe de ser rewș û jîyana kurdan nîvîsandine, belku ew sinor derbaz kirîye, behsa Korîya, Vîêtnam û Afrîqayê jî kirîye, liser bindestîya wan gelan jî helbest nivîsandine, Dr. Gundî di semînerê de hind ji wan helbestan xwendin.

 

Hêjayî gotinê ye mamosta Cigerxwîn sala 1903 hatibu dinyayê û sala 1984an li Stokholmê koça dawîyê kiribû. Di 81 salîyên jîyana xwe de tevî gellek rêkxitin û alîyên sîyasî û sazîyên kulturî bi bu, berhemeke dewlemend paș xwe hêlaye, li Bașûrê Kurdistan çendîn vekolîn liser hatine kirin, helbestên wî bone programê dibistanan, li Bakûr jî sentereke kulturî bi navê wî hatîye vekirin.

 

Dr. Gundî çend caran Mamosta Cigerxwîn dîtîye li Rojava, li Ewropa jî, taybet jî Berlîn destpêka salên heştêyan, ji bo wan hevdîtin û berhem û jîyana helbestvanê mezin, Dr. Gundî bi zimanê Elmanî pirtûkek vekolînî daye nivîsandin.

 

Dawîya semînerê gengeșeyeke vekirî navbera Rojnamevan Memo Șahîn, Dr. Gundî, sîyasetmedar Hacî Cundî, rojnamevan Armanc Nêrweyî, rojnamevan Șewqî Kanebî û Derhêner Ciwan dirust bû.

 

 

Avrupa Haberleri

Avrupa'da 50 binden fazla mülteci çocuk kayıp
Göç Anlaşması: AB, Türkiye'ye verdiği mülteci fonunun nasıl harcandığını öğrenemiyor
AB Zirvesi’nden Türkiye ile ilişkiler için Kıbrıs şartı geldi
AB'den Türkiye'ye ilişkileri iyileştirme mesajı
Avrupa Parlamentosu'nun onayladığı Yeni Göç ve İltica Paktı ne öngörüyor?