YPG ji herema sînor derneketîye yan derneketîye?

YPG ji herema sînor derneketîye yan derneketîye?

Di navbera Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser mijara derketina YPGê ji herema sînor nîqaş derket

A+A-

Navenda Nûçeyan- Erdogan gefa dubare destpêkirina operasyonê xwar û got: “Ev heremana ji terorîstan nehatîyê paqij kirin. Terorîst ne ji Tel Rifatê ne jî ji Minbicê nehatine derxistin. Şervanên YPGê li rojhilatê Kobanî jî hene. Ka emê bi çawa amaje bikin ku li wê heremê ku biryara vekişandine hatibû girtin, Amerîka bi rexistinên terorê re gerên nobedarîyên hevbeş dike. Ev di naveroka rêketiana me de tuneye.”

Li alîyê din doh hezên Rûsya û Tirkîyê li rojhilata bakurê Surîyê li nezika bajarê Kobanî, nobedarîya hevbeş ya bo cara duyê pêk anîn ku di çerçova peymana di navbera Moskowê û Enqerê ku şervanên YPGê ji 30 km ji sînorê Tirkîyê dûr bixin.

Washington û Moskow didin ragihandin ku şervanên YPGê ji herema sinor vekşîyane, lê Erdogan vekişîna YPGê re dike.

 

Lavrov bersiva Erdogan da: YPG ji wir derketiye

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bersiva serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da û ragihand, şervanên YPGê ji “herêma aram” vekişîyane.

Piştî gotinên Erdogan, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand, şervanên kurd ji wan deverên ku jê re dibêjin “herêma aram” û 30 km dûrî sînorên Tirkîyê ne, vekişîyane.

Lavrov her wiha da zanîn, rêkeftina ku roja 22 Cotmeha îsal û li bajarê Soçî yê Rûsyayê di navbera Tirkîye û Rûsyayê de hatibû îmzekirin, hatîye bicîhanîn.

Çavkanî: Basnews

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.