Sine û Silêmanî wek du bajarên dahêner li cîhanê hatin naskirin

Sine û Silêmanî wek du bajarên dahêner li cîhanê hatin naskirin

UNESCO wan bajaran weke bajarên dahêner tomar dike, ku di warên muzîk, hunerên niştimanî, dîzayn, sînema û edebiyatê de dahêner in û dahênanên wan hene.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îsal di roja cîhanî ya bajaran de ku salane di 31ê Cotmehê de tê lidarxistin, rêxistina UNESCOyê 66 bajarên cîhanê xiste nav lîsta bajarên dahêner ên cîhanê, ku herdu bajarên Kurdistanê, Silêmanî ji Başûrê Kurdistanê û Sine ji Rojhilatê Kurdistanê ve jî di vê lîstê de ne.

Rêxistina UNESCO ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, bajarê Silêmanîyê weke bajarê dahêner di warê Edebiyatê de û bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî weke bajarê dahêner di warê muzîkê de, weke du bajar ji 66 bajarên dahêner li ser asta hemû cîhanê destnîşan kirîye.

UNESCO wan bajaran weke bajarên dahêner tomar dike, ku di warên muzîk, hunerên niştimanî, dîzayn, sînema û edebiyatê de dahêner in û dahênanên wan hene.

Bi lîsta îsal re, hejmara bajarên pêşkevtinxwaz û dahênerên li cîhanê ku di lîsta UNESCO de cih digirin, gihîşte 246 bajaran.

Bajarê Silêmanîyê di sala 2012an de ji alîyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke paytexta rewşenbîrî li Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin. Bajarên ku dibin endamên bajarên dahêner di lîsta UNESCOyê de, dive pabendî stratejîya pêşxistina rewşenbîrîyê û cîbicîkirina wê bi baştirîn şêwe bin.

Sine jî weke paytexta muzîka Kurdistanê tê naskirin û bi dehan hunermendên mezin ên weke Nasir Rezazî, Mezher Xaliqî, Grûpa Kamkaran, Seîd Ferecpûrî, Grûpa Endelîbîyan û gelek grûp û hunermendên din ji vî bajarî rabûne û ketina nav cîhana muzîka Kurdî.

Rêveberê Giştî yê UNESCOyê, Audrey Azoulay dibêje, ew bajarên di lîsta bajarên dahêner ên vê sazîyê de endam in, her yek bi rêya xwe ya taybet kultura xwe kirine bingeheke sereke ji stratejîya xwe, ku di berjewendîya dahênanên sîyasî û civakî de ye û ew yek sûdê digihîne nivşê pêşerojê.

Nêçîrvan Barzanî: Destnîşankirina Silêmanîyê ez gelek xweşhal kirim

Ji alîyê din Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, dilxweşîya xwe ragihand bi boneya destnîşankirina bajarên Sine û Silêmanîyê wek bajarên filîvan ji alîyê UNESCOyê ve.

Serokê Herêma Kurdistanê, di tiwîtekê de, nivîsîye: Destnîşankirina Silêmanîyê wek bajarê filîvan a Toreyî (wêjeyî) ji alîyê UNESCOyê ve, şanazîye û ez gelek xweşhal kirim.

Di tiwîtê de hatîye: Bi germî pîrozbahîyê û destxweşîyê li nivîskar û terevanên Silêmanîya xweştivî dikim. Pîrozbahî û destxweşî bo hundermedên Sine yên hêja ku wek bajarê fîlîvan ê mûzîkê hat destnîşankirin.

 

Çavkanî: Rûdaw

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.