Serkirdatîya Kurdistanê: Divê statuya Herêma Kurdistanê bê parastin

Serkirdatîya Kurdistanê: Divê statuya Herêma Kurdistanê bê parastin

Di civîna lûtke ya bi serkirdeyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê de biryar hat dayîn ku eger destûra bingehîn were guhertin, divê ligel sîstema federalî, statuya Herêma Kurdistanê û mafê tevahîya pêkhateyên li Iraqê jî bê parastin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro li Hewlêrê civîna serkirdatîya sîyasî ya Herêma Kurdistanê, bi serokatîya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi beşdarîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, Serokomarê Iraqê Berhem Salih û serkirdeyên partîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê hat sazkirin.

Di civînê de rewşa niha ya Iraqê û hewlên ji bo destkarîkirina destûra Iraqê û pêşhatên herî dawî li navçeyên hatin gotûbêjkirin û herwiha alîyên beşdar di civînê de behsa amadekarîyên Kurd bo rûbirûbûna her egerekê kirin.

Piştî civîna serkirdatîya sîyasî ya Herêma Kurdistanê daxuyanîyek hevbeş hat belavkirin û di vê daxuyanîyê de hat dîyarkirin, ku Herêma Kurdistanê pêşhatên li Iraqê ji nêzîk ve dişopîne.

Di daxuyanîyê de hat gotin: “Hemû beşdarên civînê bi girîngîyê ve li bûyerên li Iraqê dinêrin û wiha bawerin ku ewa ku  îro li qada sîyasî û îdarîya Iraqê rûdide, encama kêmasîyên kombûyî yên çendîn salên hukimranî û bicihnekirina destûrê bûye, ji bo wê yekê di civînê de bi dilgiranî rewş nirxandin, di heman demê de ji bilî derbirîna dilgiranîya xwe li beramber qurbanîyên xwepêşanderan û hêzên ewlehîyê, tekezî li mafê azadîya derbirîm û ramanê ya hemwelatîyan kirin.

Li gor daxuyanîyê, beşdarbûyên civînê li gel daxwazên rewa yên xelkê Iraqê ne û piştevanin ku hikûmeta Iraqê rêkarên pêwîst ji bo çaksazî û bi dengvehatina daxwazên yên ên rewa pêk bîne û hat gotin: “Di civînê de parastina aramîya Iraqê û sazîyên destûrî û yasayî bi pêwîst zanîn, ligel guhdana bi rewşa navçeyê û eger û gefên serhildana terorê û hêzên tundrew li ser Iraqê, bi taybetî bandora wan a li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê.”

Di beşeke din a daxuyanîyê de hat gotin: “Mijareke din a civînê taybet bû bi hevhelwestîya alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê di beşdarîyekî bi bandor a ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê bi giştî û gilîkirina li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û tevahîya pêkhateyan. Di vê derbarê de tekez li ser hewlên alîyên sîyasî yên Kurdistanê  ji bo hevkarîkirina Iraqê ya bi navê derbasbûna ji qeyranan û desteberkirina hukimraniyekî dirust û pêkanîna çaksazî û parastina mafên hemû pêkhateyn kirin.”

Li gor daxuyanîyê beşdarîyên civînê tekez kirin ku li her guhertineke destûrê divê sîstema federalî û maf û azadîyên hemû pêkhatên Iraqê û taybetmendîyên Herêma Kurdistanê parastî bin.

Herwiha hat gotin ku beşdarên civînê tekez kirin ku ew piştevanîya çaksazîyên li Iraqê dikin,  di vê çarçoveyê de hemû Kurdistanîyan dilniya dikin ku bi yekrêzî û yek helwestî kar dikin û destkeft û berjwendîyên Herêma Kurdistanê diparêzin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.