Pirtûka “Nameyên Nûredîn Zaza”yî hat weşandin

Pirtûka “Nameyên Nûredîn Zaza”yî hat weşandin

Di pirtûkê de nameyên ku Nûredîn Zazayî ji Hemreş Reşo û Hoşeng Sebriyî re nivîsandine hatine weşandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Weşanxaneya Rûpelê, nameyên siyasetmedar û ronakbir Nûreddîn Zazayî ku ji Hemreş Reşo û Hoşeng Sebrîyê kurê Osman Sebrîyî re nivîsandine weke pirtûkekê çap kirîye.

Pirtûk bi navê “Nameyên Nûreddîn Zaza”yî hatîye weşandin û ew nameyên ku Zazayî di navbera salên 1960î û heta dawîya salên 1980yî ji Reşo û Sebrîyî re hatine nivîsandin tê de hene.

Mahmûd Lewendî û Nedîm Baranî ev pirtûk amade kirine ku di nameyan de Zazayî him li ser rewşa xwe him jî derbarê rewşa siyasî, çandî û hunerî ya wan salan de zanyarîyan dide.

Nûredîn Zazayî di van nameyan de li gel hêla xwe ya rewşenbirî, weke sîyasetmedarekî jî li ser sîyaseta cîhanê, rewşa kurdan, rewşa rêxistin, rêxistinî û têkilî û nakokîyên di navbera rêxistinên/perçeyên kurdan de dîtin û hizrên xwe nivîsandîye.

Dîsa hin nivîsên wî di van nameyan de hene ku ji bo di kovaran de bên weşandin ji Hemreş Reşoyî re şandine.

Li gel van nameyan, nivîs û nirxandinên Kemal Cemîl Seydo û Samî Ehmed Namîyî yên li ser Nûredîn Zazayî nivîsandine hatine weşandin.

Seydo û Namîyî di nivîsên xwe de him behsa fikr û ramanên Zazayî û him jî behsa xebatên sîyasî û rewşenbirî yên wî dikin.

Her çiqas ku di pirtûkê de bersivên Reşo û Sebrîyî nehatibin weşandin û hêleke “pêvajoyê” kêm mabe jî “Nameyên Nûredîn Zazayî” ji hêla dîroka kurdan a di navbera salên 1960 û 1990î de gelek zanyarîyên balkêş û girîng nîşanî xwendevanan dide.

Di rûpelên dawîyê yên pirtûkê de amadekaran cih dane fotografên Nûredîn Zazayî ku weke kurteyeke ji dîroka wê demê.

Çavkanî: Bianet

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.