Nivîskarê Kurd Nûrî Sinir hêjayî xelatê Mirovê Cîhanî hat dîtin

Nivîskarê Kurd Nûrî Sinir hêjayî xelatê Mirovê Cîhanî hat dîtin

Nûrî Sinir ji alîyê Yekitîya Mirovê Cîhanî ve li Vîyana ya Paytexa Nemsa hat xelatkirin. Nûrî Sinir amaje dike ku, ji 50 salan zêdetir e ku di platformên cûda de xizmeta Kurd û Kurdistanê dike û vê xelatê jî li ser navê hemû Kurdan digire.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Nûrî Sinir nivîskar û sîyasetmedarekî Kurdê Dîyarbekirê ye. Sinir ê ku 67 salî ye 55 salan di nava sazî û rêxistinên Kurd û Kurdistanê de cih girtîye. Sinir dibêje; min li medreseyê dest bi perwerdehîyê kir û min Kurdayetî bi berhemên Seydayê Cegerxwîn, Melayê Cizirî, Melayê Bateyî û Feqê Teyran nas kir. Sinir, di 12 salîya xwe de xwe di nava tevgerên sîyasî de dibîne û ji wê rojê ve buye şahidê êş, azar, xemgînî û keyfxweşîyên Kurdan. Sinir, ji ber xebatên xwe yên mirovî hêjayî xelata Mirovê Cîhanî hat dîtin. Di rêwresma dayîna xelatê de Nûnerên Herêma Kurdistanê yên Vîyana jî amade dibin.

Nivîskar Nûrî Sinir ji K24ê re got: "Me gelek tişt bi çavên xwe dît in. Min li ser kirîyarên ku zindanê de li hemberî me dihat kirin pirtûkek nivîsand. Ev pirtûk li Avusturyayê  ji alîyê rêveberên Yekitîya Mirovê Cîhanî ve hati xwendin. Min qala nêrîn û cihê mirovê dinê kir ew mirov çi ye, kî ye divê li ku derê be. Min derbarê van mijaran de pirtûk nivîsand û wan jî ez hêjayî xelatê dîtim."

Nûrî Sinir ji ber sedemên sîyasî 2 zanîngeh nivço hiştine lê karîye Zanîngeha Dîcleyê beşa mamosteyî biqedîne. Sinir, demekê mamostetî kirîye lê ji ber sedemên sîyasî ji peywîr hatiye dûrxistin. Wekî bi sedan Kurdan Nûrî Sinir jî para xwe ji êşkenceyên Girtîgeha jimare 5 ya Diyarbekirê girtîye.

Nivîskar Nûrî Sinir dibêje: "Em di heyama derbeya 12'ê Îlonê de hatin girtin. Li Zindana jimare 5 ya Diyarbekirê zilmeke mezin li me hat kirin. Li zindanê mirov ne azad e lê li zindanê felsefeyeke cûda heye. Digotin divê her Kurdek di vê zindanê re derbas bibe. Bernameyeke 24 demjimêrî li ser zilmê amade kiribûn."

Nivîskar Nûrî Sinir amaje dike ku ew bûye şahidê gelek êş û azarên giren yên ku bi serê Kurdan hatine û ji bo ku bikaribe bibe alîkar wekî xwebexş di nava sazî û rêxistinên alîkarîyê de cih girtîye. Sinir pirtûkekî bin ava "Ber bi Tarîtîya Êşkenceyê ve" nivîsandîye û tê de qala serpêhatîyên xwe dike lê dibêje; ji ber bîranînên wekî êşkenceya girtîgehê wî ev pirtûk di nava 36 salan de nivîsandîye.

Nivîskar Nûrî Sinir got: "Min nekarî ez di demeke kin de pirtûkê binivîsim, min dest diavêt pênûsê ku wan bûyeran binivîsim lê ji xema min nedikarî binivîsim. Niha jî girîyê min tê. Min derûnîya mirovê Kurd ya wê demê nivîsand."

Ev Xelat salê carekê ji bo jin û mêrekî tê dayîn. Îsal Nûrî Sinir û jineke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê bi navê Hanna Caf hêjayî xelatê hatin dîtin.  Yekitîya Mirovê Cîhanî ji alîyê Kurdekî  Anatolîya Navîn ve li Vîyanayê hatîye damezrandin. Armanca yekitîyê ew ku kesên ku ji bo mirovatîyê xwedî ked û xebat in werin xelatkirin.

Çavkanî: K24 

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.