Nasir Rezazî: Tenê yekgirtin ji bo serkevtina me garantî ye!

Nasir Rezazî: Tenê yekgirtin ji bo serkevtina me garantî ye!

Hunermendê navdar ê Kurd Nasir Rezazî, bi peyameke vîdyoyî bang li alîyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê kir ku yekgirtin û yekrêzîya xwe pêk bînin û got, “Tenê tiştek dibe garantî ji bo serkevtina me, ew jî, yekgirtin e.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hunermendê Rojhilatî Nasir Rezazî di destpêka peyama xwe de tekez dike ku Kurd ev bi salên dûr û dirêj in ji bo mafên xwe xebat û têkoşîn dikin û dîyar dike, “Zêdetir ji 30 şoreşên me di nav xwînê de hatine gevizandin. Kurd miletekî qehreman e, şerker û şervanekî gelek bihêz e, lê mixabin dîrokê ji me re selmand bi şer em nikarin bibin tiştek.”

Nasir Rezazî dibêje, Kurd di siyasetê de mixabin lawaz e û radigihîne, “Di roja îro de pirsgirêka Kurd, meseleya Kurd bi rastî gelek hatîye rû. Ew roja îro rojeke gelek dîrokî û girîng e ji bo me gelê Kurd. Hêvîdar im hemû alîyên Kurd li Rojava, hemû hizbên me li Rojava, bi Kurd û Suryan û hemû miletên din karekî bikin ku em bi tenê bi yekgirtin û bi yekbûn dikarin kêşeyên xwe çareser bikin.”

Di berdewamîya peyama xwe de ew hunermendê Kurd bang li alîyên Kurdî dike û dibêje, “Ez weke stranbêjekî Kurd dawakar im, bi rastî gelê me di roja îro de, wê bifikire bi şer û bi çek em nikarim bigihin mafên xwe, tenê tiştek dibe garantî ji bo serkevtina me, ew jî, yekgirtin e. Hûn divê hûn li gel hev rûn in, kêşeyên xwe çareser bikin. Bi rastî îro rojeke dîrokî ye.”

Hunermend Rezazî dibêje jî, “Hêvîdar im hemû hêzên Kurd li Rojava karekî bikin bi diyalog û rûniştin pirsgirêkên xwe çareser bikin ku ew fersend ji destê me nereve, hêvîdar im yekbûn û yekgirtin bibe hêvênekî bihêz yê gelê Kurd.”

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.