Mesrûr Barzanî: Terorîzm hîn yek ji metirsiyên serekî yên asayîşa cîhanê ye!

Mesrûr Barzanî: Terorîzm hîn yek ji metirsiyên serekî yên asayîşa cîhanê ye!

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînek taybet a li gel kanala ABC News a Amerîkayê de ragihand, em xwedî ezmûnekî dûr û dirêjin di şerê dijî DAIŞê de û Pêşmerge yekem hêz bû ku efsaneya DAIŞê têkbir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di hevpeyvîneke taybet da ligel ABC Newsê Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa kuştina Ebûbekir Bexdadî kir û weke serkeftineke mezin wesif kir. Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku kuştina Ebûbekir Bexdadî demeke dirêje armanca welatên Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bû û di encama komkirina zanyarîyên dezgehên îstîxbaratî ew operasyon serkeftî bûye.

Serokwezîr Barzanî herwiha got: “Bêguman ev serkeftineke mezin bû di şerê li dijî terorîzmê, lêbelê ev DAIŞê bi dawî nake. Jinavbirina Bexdadî armanca hemû hevpeymanan bû. Kêfxweş im ku ev operasyon bi awayekî serkeftî hatîye encam dan û ew terorîst hatiye kuştin. Ev operasyon weke operasyoneke nihênî bû. Her dezgeheke îstîxbaratê bi awayekî tê da xwedî rol bû. Di encama bêdengî û nihênîyê jî da operasyon bi ser ket.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kuştina Ebûbekir Bexdadî DAIŞ bi dawî nabe. Lêbelê bo demekê wê ew rêxistin lawaz bibe. DAIŞ jî weke her rêxistinekî terorîstî yên din ku serkirdeyên wan tên kuştin piştî demekê xwe bi rêxistin kirine û dest bi karên terorîstî kirine. Weke nimûne DAŞê ji bihara sala par heta aniha ji %300 kiryarên xwe yên terorîstî zêde kirine li çend herêmên cihê li Iraq û Sûrîyê.

Herwiha Mesrûr Barzanî behsa vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûrîyê jî kir û got: “Di bawerîya min da di her valahîyekê da DAIŞ hewê dide ji xwe ra derfetekê peyda bike. Ji ber wê jî geşedanên vê dawîyê yên li herêmê derfetekê dide DAIŞê ku jê qezencekê werbigire.”

 

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê metirsîya reva DAIŞîyên girtî de amaje bi wê yekê kir: ‘’Em nîgeranin. Bi taybet eger nehatibin kontrol kirin û girtîgeh parastî nebin. Di dema borî de jî me dît ku her demekî derfeta reva wan hebe, ew dibin metirsîyek mezin, ne tenê bo asayîşa navçeyê, heman demê de bo asayîşa cîhanê metirsî ne.’’

Em xwedî ezmûneke dûr û dirêjin di şerê dijî DAIŞê de. Ez ji sala 2014ê ve li enîyên pêşbûm li gel hêzên Pêşmerge.

Pêşmerge nirx û bedelekî mezin da bo wan navçeyên bin destê DAIŞê de bûn û wan rizgar bike. Di rastiyê de Pêşmerge yekem hêz bû ku efsaneya DAIŞê, wek hêzeke şikest xwarî êdî bê dîtin û ew têkbir. Pêşmerge erkekî mezin li gel endamên din ên hêzên hevpeyman bicîh anî.

- Hûn derbarê wan DAIŞîyên li girtîgehê de ne, nîgeranin?

- Em nîgeranin, bi taybet eger nehatibin kontrol kirin û girtîgeh parastî nebin. Dema borî de jî me dît ku her demekî derfeta reva hebe, metirsîyek mezin ava dikin, ne tenê bo asayîşa navçeyê, ji bo asayîşa hemû cîhanê metirsî ne. ji ber wê jî em hêvîdarin ew DAIŞîyên girtî ne li girtîgehan kontroleke temam li ser wan bê kirin.  

- Nêrîna we çiye? Ku hin ji xelkê wisa dibêjin ku ew kar bi dawî bû û naha Ebubekir Bexdadî jî hat kuştin.

- Ez ne wê bawerîyê de me ew kar bi dawî bibe. Bexdadî kesê serekî yê wê rêxistinê bû, lê bi ti awayekî kuştina wî nabe dawiya rêxistinê. DAIŞ li navçeyên cuda rêveberên xwe hene û heta astekî serbixwe kar dikin. Raste ew di bin bandora nêrînên rêveberê xwe de bûn, lê ew nayê wê wateyê ku nikarin ti karekê bikin.

- Wê demê rênmayî û peyama we bo Amerîkayê û cîhanê çiye?

- Divê çav vekirî bimînin û di hemahengî û alîkarîya de berdewam bin û vê rastiyê jî qebûl bikin, terorîzm hîn yek ji metirsîyên serekî ye li ser asayîşa cîhanê, ji ber wê jî hemahengîya pêşwext navbera sazîyên pêwîst de berdewam be.

- Li gor asayîşa me ya naha ango îro zêdetir e?

- Her terorîstek tê kuştin an jî tê girtin, ew tê wateya ku metirsî kêmtir dibin, lê nayê wê wateyê ku cîhan îro bi ewlehî tir e, ji ber em nizanin çi an jî kê dê cîhê wî (Bexdadî) de cîh bigre.

Çavkanî: Basnews

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.