Li Pakîstanê agir bi trenê ket: 62 kes mirin

Li Pakîstanê agir bi trenê ket: 62 kes mirin

Li nêzî Liyakatpura bajarê Pakîstanê piştî teqînê agir bi sê vagonên trenê ket û li gor tesbîtên ewil 62 kes mirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li nêzî Liyakatpura bajarê Pakîstanê piştî teqînê agir bi sê vagonên trenê ket û li gor tesbîtên ewil 62 kes mirin.

Serokê Rêhesinên Pakîstanê, Şêx Reşîd Ehmed daxuyanî da û ragihand, ekspresa Tezgramê ya ku ji Karaçîya li başûrê welêt diçû Revalpîndîya li bakurê welêt, nêzî navçeya Liyakatpurê ya bajarê Rehîm Yar Xanê piştî teqînekê agir pê ket.

Ehmed dîyar kir, teqîn ji ber du tupên piçûk ên wek "ocaxa kampê" tê zanîn, çêbû û rêwî ji bo ku taştêya xwe amade bikin ev tup bi xwe ra birine. Ehmedî gotîye ku ji ber ku hin rêwîyan piştî teqînê xwe ji trenê avêtine, ew mirine.

Midûrê Emniyeta Rehîm Yar Xanê Amir Taîmur daxuyanî da malpera xeberan a Geo Newsê û dîyar kir, ji ber ku agir bi temamî dora sê vagonan girt û ji ber teqînê jimara mirîyan bûye 62.

Ji alîyê din va artêşa Pakistanê jî seba xebatên xelaskirin û tedawîkirinê doxtorên xwe şandin nexweşxaneyên herêmê û cihê qezayê.

Artêşê daxuyand ku wê seba rêwîyên rewşa wan giran e û seba şandina nexweşxaneyên din ambulansa firoke jî bişîne.

Çavkanî: Bianet

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.