Îsraîl: Tirkên zalim vê carê jî li Kurdistana Sûriyê bi qirkirina kurdan rabûn!

Îsraîl: Tirkên zalim vê carê jî li Kurdistana Sûriyê bi qirkirina kurdan rabûn!

Cîgira Wezîrê Derve yê Israîlê Tzipi Hotovely di civîna ku doh roja çarşemê 06-11- 2019an li parlamentoya Îsraîlê aşkere kir ku dîyaloga wan ligel Amerîkayê berdewam dike û ew ligel mafên kurdan in.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Tzipi Hotovely herwiha aşkere kir ku ew ligel kurdan hevpeyman in û ji êrîşên Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê jî nîgeran in. Di berdewamîya axaftina xwe da Tzipi Hotovely da zanîn ku ew amade ne alîkarîyê bo Rojavayê Kurdistanê jî bişînin û wiha got: “Tirkên zalim vê carê jî li Kurdistana Sûriyê bi qirkirina kurdan rabûn! Em ê vê êrîşbazîya tirkan bi tu haweyî qebûl nekin. Ji destpêka êrîşên wan ve û heta niha wek dewleta Israîlê, çi ji destê me hatiye me di nav dinyayê de kirîye. Em ê heta ku kurd nebin xwedî dewlet, her û her vê alîkarîyê bi kurdan re bikin. Em bi hevkarîya kurdan xwe serbilind  dibînin!..”

Herwiha Serokwezîrê Îsraîlê, Binyamîn Netanyahu jî êrişa Tirkîyê li ser Rojava bi tundî şermezar kiribû ragihandibû, Îsraîl bi tundî êrişa Tirkîyê li ser deverên kurdan li Sûrîyê şermezar dike û Tirkîyê û grûbên alîgirên wî welatî li ser qirkirina etnîkî li dijî kurdan hişyar dike.

Netanyahu daye xuyakirin ku Îsraîl amade ye alîkarîyên mirovî bigihîne gelê kurd li Sûrîyê.

Çavkanî: Basnews

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.