Çeteyan Li Serê Kaniyê mal û dukanên xelkê talankirin

Çeteyan Li Serê Kaniyê mal û dukanên xelkê talankirin

Piştî ku artêşa Tirkîyê û çekdarên girêdayî wê dest danîne ser bajarê Serê Kanîyê, li gor dîmen ji nav bajêr hatine kişandin diyar dibe ku tevahîya dukan û malên xelkê hatine talankirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor dîmenên ji nav bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, piştî ku artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar dest danîne ser, tevahîya dukan û malên xelkê hatine talankirin.

Li gor zanyarîyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çend çavkanîyan bi dest xistine; grûpên çekdar malên welatîyên Kurd bo xwe desteser dikin, tevahîya dukan, dapo û komgehên kelûpelan talan kirine, ajel û sewalên xelkê bi tevahî dizîne û talan kirine, malên welatîyan bi temamî vala kirine  û kelûpelên di nav de dizîne, bazarek li gundê Silûk ji bo firotina kelûpelên dizî vekirine.

Li gor heman zanyarîyên Rûdawê çekdarên berê yên DAIŞê di nav rêzên grûpên çekdar de li Serê Kanîyê ne, dadgeha Serbazî li Serê Kanîyê vekirine û nave wê bi Tirkî û Erebî nivîsandine, Encûmena Îslamî ya Sûrî ser bi opozisyonê li gor sûretê Enfal kuştin û talankirina Kurdan helal kirîye.

Palemanterê Sûrî Sefwan Qurebî, di gotara xwe ya li komîteya destûrî de got Tirkîyê dixwaze guhertina demografîk bike.

Paremanterê Sûrî Sefwan Qurebî wiha axivî: "Tirkîyê şerîkê terora rêxistinkirî ye, teror artêşa wê ya duyem e, an jî dibe ya yekem be ji bo dagîrkirina xakê û kar ji bo Tirkkirina cih û aqilan dike, da ku esereke rewşenbîrî osmanî û hizrî li welatê min bihêle. Ez ji hemuyan dixwazim ku kar ji bo vegera koçberan bikin daku bi rûmet vegerin cihên xwe yên resen û êşên wan bê rawestandin. Carekê bi gefa şandina wan bo Tirkîyê wekî ku keriyê pez bin û carekê jî bi riya navçeyeke aram a bi derewan ku bi rastî guhertineke demografîk a aşkere ye."

Li gor çavkanîyekê ku pêwendîya wî bi hindurê bajarê Serê Kanîyê heye, grûpên çekdar tevahîya kelûpelên nav mal, dukan, û mexzenan talan kirine û dest danîn ser mal û milkê xelkê.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.