Barzanî: Divê em Kurd bibin yek, Kobanî: Em bi hev re serbikevin

Barzanî: Divê em Kurd bibin yek, Kobanî: Em bi hev re serbikevin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo yekitîya kurdan hemfikîr in.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî ji Rûdawê re axifî û got, Rojavayê Kurdistanê di demeke dîrokî re derbas dibe.

Mazlûm Kobanî anî ziman ku divê em biryarên dîrokî bistînin û ew dixwazin hemû partîyên Kurdan bi wan re bin û ew naxwazin bi tenê bin û daxwaza yekrêzîya Kurdan dikin û ew bo hemû partîyan re axivîn û helwesta wan erênî bûye.

Kobanî got: “Îro Rojavayê Kurdistanê bi rewşeke taybet re derbas dibe. Êrişa dewleta Tirk çûbûye û hinek hevsengîyên nû pêk hatine. Hêzên navdewletî niha li herêmê ne. Niha peywendîyên me bi Rûsa, Amerîkayê û hikûmeta Sûrîyê çêdibin. Dostên me jî hene û aliyên weke dewleta Tirk û cîhadist ên dixwazin komkujîya Kurdan bikin jî hene. Lewma me bi demeke dîrokî re derbas dibin.”

General Mazlûm bang li alîyên Kurdî kir û got: “Em dixwazin tevahîya alîyên sîyasî bi me re bin. Em dixwazin biryarên di berjewendîyên gelê xwe bi hev re bistînin. Di vê demê de em naxwazm em weke Hêzên Sûrîya Demokratîk bi tenê bin. Em dixwazin tevahîya alîyên sîyasî yên Rojava Kurdistanê bi me re bin. Me bi tevahîya alîyan re axivîye, bi rastî nêrîna hemû alîyan bi erênî bûye. Da xuyandin ku çi bikeve di ser milên wan dê bikin. Em hêvî dikin ku ev gav berdewam bin. Em hêvî dikin di rojên pêş de her kes hewl bide ji bo pêkanîna yekîtîya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê.”

Fermandarê Giştî yê HSDê herwiha destnîşan kir ku di yekrêzî û yekdengîya li Rojavayê Kurdistanê de rolake girîng a rêveberîya Herêma kurdistanê heye û wiha pê de çû: “Em dizanin gelek alîyên Kurd guhdarîya wan dikin. Bangawazîya me ew e ku rêveberîya Başûrê Kurdistanê û bi taybetî Serok Barzanî di vê mijarê de roleke wan a erênî hebe. Em dikarin bi hev re vê pêvajoyê di berjewendîyên gelê Kurd bi awayeke serkevtî bidawî bînin.”

 

Nêçîrvan Barzanî: Dilê her kurdekî ji rewşa niha ya Kurdên Rojava diêşe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand derbarê rewşa Kurdên li Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku  dilê her kurdek ji vê rewşa niha ya Kurdan li Rojava diêşe. Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku ew derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê çendîn caran bi Fermandeyê HSDê General Mazlûm Kobanî re axivîyê û ew tiştên pêwîst ji wî re gotine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di paneleke Dîdara MERI de li Hewlêrê li ser rewşa Iraqê û navçeyê bi giştî axivî.

Nêçîrvan Barzanî dîyar ku ku her kurdek ji vê rewşa niha ya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê diêşe û got: “Em ji wan hêzan dilgiran in ku bi Tirkîyê re ne, ji ber ku me li Efrînê dît ku çi tiştên xirab rû dan. Kurdên Sûrîyê ne tenê ji bo xwe, di heman demê de ji bo gelên herêmê jî li dijî terorê şer kirin.”

Barzanî destnîşan kir ku Tirkîyê ji destpêkê ve pirsgirêk bi Kurdên Sûrîyê re nebû, lê bi aşkere digotin, ku pirsgirêka wan bi PKKê re heye û got: “Rayedarên Tirkîyê digotin, ew alên PKKê li ser sînorê xwe qebûl nakin. Me jî ji birayên xwe yên Kurd re got, ku ew yek xetereke pirz mezin e.”

Serokê Herêma Kurdistanê  da zanîn ku ku ew çendîn caran derbarê mijarên têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê de bi Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî re axivîye.

Di heman demê de Barzanî da zanîn ku wî daxwazên General Mazlûm Kobanî gihandin Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov.

Barzanî di beşeke din axivtina xwe de anî ziman: “PKKê hewl da rewşa li Sûrîyê û gelê Kurd ji bo rewatîya xwe bikar bîne. Tirkîyê jî ji PYDê re got ku ew wê helwestê qebûl nakin.”

Derbarê pirsa Kurd li Tirkîyê de jî Barzanî da xuyandin ku ew di wê bawerîyê de be pirsa Kurd bi tundûtujî nayê çareserkirin û di vî warî de ezmûna wan bixwe heye.

Divê em Kurd bibin yek

Barzanî ragihad, eger pêwîst bike destûra Iraqê were guhertin, divê ew yek di keşûhewayeke aram de bê kirin û tekezî li ser yekîtî û yekrêzîya hemû hêzên Kurdî ji bo her egerekê kir. Nêçîrvan Barzanî herwiha got: “Eger mebest ji destkarîkirina destûrê ev be ku destkevtên Herêma Kurdistanê kêmtir bikin, Iraq seqamgîr nabe, lewma ez qet bawer nakim ku ti hêzek dest bow ê yekê bibe.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî piştî bidawîhatina civîna lûtke ya bi serkirdeyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê re, konferanseke rojnamevanî saz kir û têde encamên civînên îro aşkere kir.

Nêçîrvan Barzanî di destpêkê de ragihand, “me bi amadebûna Serokomarê Iraqê Berhem Salih û serokatîyên Herêma Kurdistanê û serkirdeyên alîyên sîyasî yên Kurdistanê civînek giring derbarê rewşa niha ya Iraqê de lidar xist.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa niah ya Iraqê û xwepêşandanên li hejmarek bajarên başûrê Iraqê kir û got: “Herêma Kurdistanê piştgiriya daxwazên rewa yên xelkê Iraqê û xwepêşanderan û bi taybet dabînkirin û baştirkirina xizmetguzarîyan dike.”

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Bêguman xelkê Iraqê hêjayî jiyaneke baştir in, ji ber ku Iraq hem di warê hêza mirovî de û hem jî di warê darayî de welatekî dewlemend e, û xelk rewşa xwe li gel welatên derdorê didin ber hev.”

Di berdewamîya axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî ragihand, di civînan de tekezî li ser vê yekê hat kirin ku “divê em li Herêma Kurdistanê yekdeng û yekhelwêst bin û divê Kurd yekrêzîya xwe biparêzin.”

Serok Nêçîrvan Barzanî piştgirîya Herêma Kurdistanê bo pêngavên hikûmeta Iraqê yên bo encamdana proseya reformê li welat nîşan da û da zanîn: “Em li Herêma Kurdistanê piştgirîya pêngav û proseya reformê li Bexdayê dikin ku hikûmeta Iraqê dest pê kirîye.”

Di derbarê hewlên ji bo destkarîkirin û guhertina destûra Iraqê de jî ku niha bûye rojeva hin alîyên sîyasî li Iraqê, Nêçîrvan Barzanî got: “Eger pêwîst be destkarî di destûra Iraqê de bê kirin, divê ew yek di keşûhewayeke ewle de bê kirin.”

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa gelo guhertina destûrê dê xeterê li ser Kurdan çêke, amadekarîyên Herêma Kurdistanê ji bo vê yekê çi ne, bersiv da ûragihad: “Eger mebest ji destkarîkirina destûrê ev be ku destkevtên Herêma Kurdistanê kêmtir bikin, Iraq seqamgîr nabe, lewma ez qet bawer nakim ku ti hêzek dest bo wê yekê bibe.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Pirsgirêka serekî li Iraqê ne destûr e lê belê jibîrkirin û paşguhkirina destûrê ye, bi taybet ku di wan salên dawî de bendên destûrê nehatin cîbicîkirin.”

Derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî, Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin: “Karê herî serekî yê me çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re li gor destûra Iraqê ye.”

Çavkanî: Rûdaw

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.