Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nimet Mumtaz Aydin

Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nimet Mumtaz Aydin

PAKê bi beşdarîya Dr. Ekrem Önen li Stockholmê roja 03.11.2019an Semînerek Lidar Xist. Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nimet Mumtaz Aydin jî di destpêka semînerê de, di derbarê 5 salîya PAKê de axaftinek kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Axaftina Cîhgirê Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Nimet Mumtaz Aydin ya di semînerê de kirîye:

‘’5 salîya PAKê li hemû PAKîyan, dilxwaz û dostên PAKê pîroz be. 5 sal ji bo partiyek siyasî ne demek dirêj e, demek pirr kin e. PAK bi dengê xwe, bi siyaseta xwe bû hêviyek, bû mûmek di tarîstanîya Bakurê Kurdistanê de.

Di 5 salan de kar û xebatên ku me kirine û em pê serfiraz in hene. Karên ku me dabû pêşiya xwe û em bi serneketine û divê em pêşrojê de pêk bînin jî hene.

- PAK, ala Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê bilind kirîye. Bi PAKê ala Kurdistanê li Wanê, Mûşê, Batmanê, Mêrdînê li Diyarbekir bilind bû û ji bo meş û civînan bû standartekê

- PAKê Kurdî kirîye zimanê siyasetê li bakurê Kurdistanê, siyaseta xwe bi kurdî dike û civînên xwe hem li Kurdistanê û hem li Ewrûpa bi zimanê kurdî pêk tîne. Ev demek e PAKê biryar daye li kêleka zarava Kurmancî, daxuyanîyên bi zarava Zazakî jî bide.

- PAK xwedî li tarîxa Kurdistanê derket, bûyerên tarîxî yên li Kurdistanê rûdane û şexsiyetên Kurdistanê bê îstîsna bi bîr anîye, di afirandin û pêşxistina mejiyê Kurdî de bûye xwedî pareke girîng!

- Dîyalog di navbera partîyên Kurdistanî pêk anî û xwest bloka kurdî ava bike! Ji 2014yê pê de li Bakurê Kurdistanê hevkarîya di navbera hêzên Kurdistanê bi PAKê dest pê kir.

- PAKê, pişti salan cara yekem wek partîyek Kurdistanî bi reng û dengê xwe yê kurdî, Kurdistanî beşdarî hilbijartinên herêmî bû, hestên netewî bilind kir.

- PAK di siyaseta xwe de herdem şefaf e û di demokrasiya navxweyî de herdem hesas bûye.

- Hem li Kurdistanê hem li Ewrûpa, bi hejmarek mezin kesayet, akademisyen, rewşenbîran re têkîlî danî û ji tecrûbeyên wan sûd girt.

- PAK li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê ji xwe re kir armanc. Ji bo gihiştina armancên xwe rê û metodên sîyasî yên vekirî, aşitiyanê, demokratîk û meşrû ji xwe re kir bingeh.

Di 5 salan de xebata PAKê yên ku dixwest pêk bîne û neanî cî jî hene.

- PAK, kevneşopîya xwe bi xeta partîyek an tevgereke kevn ve girênedaye û ne partiyeke reorganîzeya partiyên kevn e. PAK, partîyeke nû ye. PAK vê profila xwe baş neda famkirin.

- PAKê 5 salan de, nikaribû rêxistineke fireh û li gor pir rengî û firehiya civat û erdnîgariya Bakurê Kurdistanê ava bike, bes li çend bajarên Kurdistanê xwe bi rêxistin kir.

- PAK kadroyên nû bi destnexist, nikaribû xwe bighînê girseya ciwan û jinan.

Helbet sedemên vê yekê jî hene.

Siyaset li Bakurê Kurdistanê 40 sal e yekalî dimeşe. Me nikaribû di vî 5 salî de, wekî pêwîst, vê hegemonyaya siyasî biguherînin.

Ji bo em hêzeke xurt li dor bernameyeka wek a PAKê netewî, demokrat, azadîxwaz ava bikin çi ji destê me hat me kir.

Me xwest partî û grubên bernameya wan nêzî ya PAKê ye bînin ba hev, partîyek hîn xurt û girse pêk bînin. Ji bo vê me gelek hewl da, lê em heta nuha di vî warî de bi serneketin. Ji bo ev pêk were divê aliyên din jî amade bin, bi germî nêzî yekîtiyên siyasî bibin.

Lê pêwistîya hêzeke girse li dor bername û helwesta PAKê heye. Ji bo wî em bangî hemû welatperweran dikin ku mil bidin PAKê û em PAKê bi hev re xurt bikin.’’

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.