Amerîka: Divê Iraqî biryarên derbarê welatê xwe de azad bin

Amerîka: Divê Iraqî biryarên derbarê welatê xwe de azad bin

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ragihand, eger bikaranîna tundîyê dijî xwepêşanderan berdewam be ti pêşerojekî Iraqê nabe.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ragihand, eger bikaranîna tundîyê dijî xwepêşanderan berdewam be ti pêşerojekî Iraqê nabe.

Îro 06.11.2019ê balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê beyanameyek ragîhand, Amerîka pêbende bi piştevanîya Iraqekî parastî, pêşketî û bihêz a dijî grubên tund.

Balyozxaneyê pêwîst jî dît ku hikûmet û berpirsên Iraqê guh bidin daxwazên xwepêşanderan û ragihand: ‘’Bi serkut kirina îradeya gel ve, ti pêşerojekî Iraqê nabe.’’

Di heman beyanameyê de balyozxaneya Amerîkayê daxwaz kir, Iraqî azad bin di beşdar kirina biryarên derbarê welatê xwe de.

 

Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.